Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

‘Dewleta Tirk sûcan li hember herêmên me pêk tîne’

Têkildarê êrişa SÎHA ya dewleta Tirk a li Qmaişloyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û ragihand ku divê hêzên navnetewî yên garantor erkên xwe yên ji bo parastina aramiya herêmê bicih bînin.

Dewleta Tirk a dagirker êvarê bi balafireke bê mirov li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê wesayîteke sivîlan bomebebaran kir û di encamê de 3 kes ji malbata Gulo şehîd bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê vê êrîşê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker berêvara îro, 09.11.2021’an wesayîteke sivîl li taxa Hilêliyê ya Qamişlo bombebaran kir, di encamê de ji heman malbatê 3 sivîl şehîd bûn. Dewleta Tirk tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî bin pê dike û sûcan li dijî herêmên me pêk tîne.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku em ê erkên xwe yên parastina şêniyên tevahî herêman û parastina ewlehiya wan bi cih bînin. Divê hêzên navneteweyî erkên xwe li hember mîsaq û peymanên ku ew garantorê parastina aramiya tevahî herêmên me ne bi cih bînin. Ji ber ev aramî encama gelek fedekariyên gelê me li dijî rêxistinên terorîst e. Lê ev sûc dihêlin ku tevahî rêxistinên terorîst refên xwe xurt bikin û terorê li tevahî dewletên cîhanê belav bikin."