Dewleta Tirk herî kêm 190 carî 'agirbest' binpê kir

QSD’ê ragihand ku piştî ku di 17’ê Cotmehê de agirbest hatiye ragihandin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 190 caran bi êrişên bejahî û hewayî û 82 caran jî bi êrişên bi drone û balafirên şer agirbest binpê kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên agirbesta ku di 17’ê Cotmehê de hate ragihandin, eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku piştî 17’ê Cotmehê komên çete û artêşa Tirk a dagirker 190 caran bi êrîşên bejahî û hewayî agirbest binpê kir û 82 caran êrîşên hewayî yên bi drone û balafirên şer pêk anîn.

Her wiha QSD’ê ragihand ku 182 şervanên wan di van êrîşên piştî ragihandina agirbestê de şehîd bûne û 243 şervanên wan jî birîndar bûne.