Dewleta Tirk di nav 10 salan de herî kêm 228 zarok kuştin

Navenda Mafê Zarokan a Baroya Izmîrê û ÎHD'ê ya Amedê ji bo Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan daxuyanî dan. Hate diyarkirin 228 zarok ji hêla polîs û zarokan ve hatine kuştin.

Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan daxuyanî da.
Alîkara Seroka Şûbeya ÎHD'ê Amedê Ezgî Silademîr daxuyanî xwend.

Silademîr têkilî binpêkirina mafê zarokan a di navbeyna salên 2011-2021'an de ev agahî da: ''Di van 10 salan de bi tevahî 228 zarok hatine kuştin, ji van 78 ji 100'î kurik û 22 ji 100'î keçik in. Dema ku mirov li temenê van zarokan ku hatine kuştin dinere, di navbeyna 0-5'an de bi qasî 30 zarok hatine kuştin. Her wiha zarokên ku temenê wan di navbeyna 6-15'an de hatine kuştin jî têra xwe heye.''

Silademîr bi berdewamî diyar kir ji van 228 zarokên ku hatine kuştin 64 jê bi guleyên hêzên leşkerî yên Tirk hatine kuştin 62 ji ber teqînên bombeyan.

IZMÎR

Navenda Mafê Zarokan a Baroya Izmîrê jî li navenda navçeya edliyê daxuyanî da. Parêzer Bahar Batikan daxuyanî xwed. Batikan got, ''Çawa ku heta niha li dijî îstîsmar û binpêkirina mafên zarokan a zayendî, hîsî, fizîkî û aborî têkoşiyan em ê ji niha û şûn de jî têbikoşin û dozên li ser van mijaran hatine vekirin bişopînin.''