Dewleta Tirk çeteyan li Efrînê bi cih dike

Dewleta Tirk a ku dest danîbû ser malên Efrînê, niha jî çeteyên ji Şamê aniye li van xaniyan bi cih dike.

Dewleta Tirk li Efrînê êrîşên ji bo Tirkkirinê didomîne. Dewleta Tirk a ku gelê Efrînê da koçberkirin, ji herêmên cihê yên Sûriyeyê kes anîne Efrînê û wan li xaniyan bi cih dike.

Li Taxa Efrîna Kevn dewleta Tirk şêniyekî Efrînê bi darê zorê ew ji mala wî derxist û çeteyên ji Şamê li mala wî kesî bi cih kirin.

Dewleta Tirk bi darê zorê dest danî ser mala şêniyê Efrînê û xanî li ser navê ‘Konseya Kabîleyên Gundên Şamê’ da çeteyan.