Dewlet şopên komkujiya Zîlanê ji holê radike!

Dewleta Tirk ku li navçeya Erdîşê ya Wanê sala 1930'î komkujiya Zîlanê kir, dest danî ser xaka bi dehan gundan û bi vî rengî nahêle ku gorên komî eşkere bibe.

Di ser komkujiya Zîlanê re 89 sal derbas bûn ku dewleta Tirk sala 1930'î li navçeya Erdîşê ya Wanê kir.

Dewleta Tirk heta niha hesabê ti komkujî û qirkirinên heta niha kiriye neda, berevajî bi zîhniyeta komkujî û nîjadperestiyê hîn jî sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Dewleta Tirk ji bo komkujiya li Zîlanê veşêre dest danîbû ser gundan û hîn jî ev rewş didome.

Di sala 1930'î de li herêma Zîlanê 60 gund hatibûn şewitandin û hilweşandin, bi hezaran mirovên li wan gundan hatibûn kuştin.

Li gorî çavkaniyên fermî yên dewletê 15 hezar kes, li gorî çavkaniyên xwecihî nêzî 50 hezar mirov hatin kuştin.

Piştî komkujiyê hin gund bi temamî ji holê hatin rakirin, ku ew gund careke din qet nehatin dîtin. Bîrhan, Sarkoy, Bonîzlî, Mîlk, Gomîk, Pîrneşîn, Şorîk, Mîrşûd çend ji wan gundan e.

Xak û zeviyên gundên Bîrhan, Sarkoy, Bonîzlî, Mîlk, Gomîkê ji Kirgizan re hatin pêşkêşkirin ku ji aliyê dewletê ve li herêmê hatin bicihkirin. Komkujî herî zêde li wan gundan hate kirin û gorên komî li wan deveran e.

Xak û zeviyên mayî jî di dema Suleyaman Demîrel de bi çêkirina Bendava Koçkopru re di nava avê de hate hiştin ku gorên komî jî di nav de ne.

Dewleta Tirk vê carê jî bi projeya Santrala Hîdro Elektrîk a li Geliyê Zîlanê dixwaze şopên komkujiyê bi temamî ji holê rake.

Akademîsyen Sedat Ûlûgana diyar kir, dewlet ji bo komkujiya li herêmê hate kirin eşkere nebe her tiştî dike û got, "Divê em li dijî Santrala Hîdro Elektrîk derkevin, divê em bermahiyan biparêzin."