Destûr nehat dayîn ku Guven û Alokmen xwe bi Kurdî biparêzin

Destûr nehat dayîn ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka Bajêr a HDP’ê Hulya Alokmen xwe bi Kurdî biparêzin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven û Hevseroka Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tên girtin, ji ber ku bi stranên Kurdî govend gerandibûn û stranên bi Kurdî gotibûn, cezayê ragihandinê li wan hatibû birîn. Her du hevserokan li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Înfazê ya Xarpêtê dan. Îtîraza ku li dijî biryara cezakirinê ya îdareya girtîgehê hat kirin, îro bi danişînê hat lêkolînkirin. 

Guven û Alokmen beşdarî rûniştina lêkolînê bûn û xwestin xwe bi Kurdî biparêzin. Lê belê dadger bi şertê ku ku heqê wergerê ji aliyê hevserokan ve were dayîn daxwaza parastina bi Kurdî red kir. Her du hevserokan jî wergera bi heq qebûl nekirin. 

Serdar Çelebî yê ku parêzerê Guven û Alokmen e, destnîşan kir destûr nehatiye dayîn ku wêrgêr ê amade, wergerê bike.