Destûr nehat dayîn Aktaş ê li Îmraliyê tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe

Destûr nehat dayîn ku Veysî Aktaş ê ku di Girtîgeha Îmraliyê de ye tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe.

Veysî Aktaş jî tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Girtîgeha  Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de ye û 20 meh in agahî jê nayê stendin. Çend roj berê bavê wî Abît Aktaş jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê yekê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê wan Aktaş tev li merasîma cenaze û şîna bavê xwe bibe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Lê heta niha ji bersiveke erênî an neyînî nehatiye dayîn. 

Cenazeyê Abît Aktaş li Goristana Yenikoy a navçeya Rêzan a Amedê hat veşartin. Ji ber ku bersiveke erênî an neyînî ji serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê re nehate dayîn, Aktaş nekarî tev li cenazeyê bavê xwe bibe. 

Piştî veşartina cenaze, malbata Aktaş li Mala Şîne ya Cemîl Kaya ya Rêzanê şîn danî, wê şîn sê rojan berdewam bike.