Derewa 'qedexekirina firotina çekan' a Elmanyayê

Elmanyayê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê welê nîşan da ku wê nema çekan bifiroşe Tirkiyeyê, di heman demê yek ji wan welatane ku li nava Yekîtiya Ewropayê li pêşiya ambargoya çekan bûye asteng.

Di nûçeya rojnameya Bîld de hate ragihandin ku hikumeta Elman di civîna bilind a wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê de ambargoya çekan a li dijî Tirkiyeyê asteng kiriye.

Di nûçeyeke Spîegel Onlîne de jî hate ragihandin, ku hikumeta koalîsyonê pêkanînên der barê Tirkiyeyê nîqaş dike û helwesta Wezîrê Karên Derve Heîko Maas a li civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê bi bîr xist. Maas di civînê de helwesta klasîk a Elmanyayê nîşan da û bi israr got, 'Ji bo bandor li Tirkiyeyê bê kirin divê pê re diyaog hebe'.

ELMANYA NEHIŞT KU DI ASTA YEKÎTIYA EWROPAYÊ DE BIRYARA AMBARGOYÊ BÊ WERGIRTIN

Hate destnîşankirin ku ji ber vê helwestê, di asta Yekîtiya Ewropayê de ferzkirina pêkanînên hevpar li dijî Tirkiyeyê hate astengkirin. Li gorî îdîaya Bîld Zeîtûngê, di civîna bilind de ya li Luksembûrgê ambargoyeke çekan a di asta Yekîtiya Ewropayê de ketibe rojevê jî di encamnameyê de nehate ragihandin.

Rojnameyê nivîseke navxweyî ya ku Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ji Konseya Yekîtiya Ewropayê re nivîsî ye weşand û diyar kir, ku wezaretê xwestiye yekîtiya ewropayê teqez ambargoya çekan nepejirîne û tenê welatên endam di asta neteweyî de firotina çekan û teknolojiya leşkerî kontrol bikin.

Halbûkî eger di asta Yekîtiya Ewropayê de ambargoya çekan hebûya wê ev yek bihata wê wateyê ku hemû welatên yekîtiyê divê çekan nefiroşin dewleta Tirk.

Di vê navberê de biryara rawestandina firotina çekan a di asta neteweyî de ya Elmanyayê jî eşkere bû ku tenê ji bo çekên ji niha û pê ve ne, ne ji bo wan peymanên beriya niha ne.

Lewma wê çek û cebilxaneyên beriya niha hikumetê biryara firotina wan wergirtibû wê ji bo Tirkiyeyê bên pêşkêşkirin.