Derbarê Foruma Efrînê

Di Forûma Navnetewî ya Efrînê de, ya Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk de dagirkerî û sûcê şer ji hêla derdoreke berfireh ve hate belgekirin. Niha dora wê ye ku azadiya Efrînê bibin rojeva cîhanê.

Li Amûdê ya Rojava di navbeya 2-4'ê Kanûnê de Forûma Navnetewî ya Efrînê de, ya Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk pêk hat. Ji ber ku ev forûma pêşî ya navnetewî û akademîk a Rojava bû û ji ber nîqaşkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê û sûcê şer û ji ber belgekirina wê girîng bû.

Forûm bi tevlêbûna gelek derdorên navnetewî rewşa dagirkeriya li Efrînê, sûcên şer ên dewleta Tirk, hêlên siyasî, dîrokî, çandî û aborî hatin nîqaşkirin.

JI 300 KES Û DERDORÎ LÊKOLÎN HATE XWESTIN

Forûm piştî haziriya bi 3 mehan pêk hat. Ji parzemînên mîna Asya, Efrîka, Ewropa, Avûstralyayê nêzî 300 akademîsyen, nûçegihan, siyasetmedar ji bo forûmê hatin vexwendin û hate xwestin ku têkilî paqijiya etnîk, guherîna demografîk, siyasî, leşkerî, dîrokî, çandî û aborî lêkolîn were kirin.

Rayedarên NRLS'ê got heta niha ji derdorên cuda kesên Kurd, Ereb, Ewropî, Asyayî û hwd. lêkolînên xwe gihandine ber destê wan û diyar kirin, ''Me kir ku derdorên cuda li ser mijara Efrînê lêkolînê bikin û bi vê ve bihistyar bibin.''

BI 493 MALBATÊN JI EFRÎNÊ RE ANKÊT HATIN KIRIN

Ji bo forumê ankêt hate kirin, armanca wê ew bû ku bi rêbazên akademiya zanistî guherandina demografîk û paqijiya etnîk a bi destê dewleta Tirk a dagirker were çespandin.

Bi vê çarçoweyê bi 493 malbatan re têkilî hate dayîn ku 148 jê piştî dagirkirina Efrînê û 345 jê dema dagirkeriyê neçar man ku ji Efrînê derkevin.

11 pirs ji van malbatan hatin kirin û rêjeya bersivan guherîna demografîk û paqijiya etnîk a dewleta Tirk a li Efrînê pişt rast kirin.

ENCAMÊN ANKÊTÊ

Ji van malbatan 196'an diyar kirin xizmên wan bi bombeyên dewleta Tirk birîndar bûne, ji 493 malbatan yên 82 malbatan xizmekî wan, ji 26 malbatan 2 xizmenên wan, ji 14 malbatan jî 3 xizmên wan ji hêla dewleta Tirk ve hatine kuştin. Dîsa li gorî ankêtê piştî ku Efrîn hatiye dagirkirin, ji 147 malbatên ku li Efrînê mane bi kemanî yek xizmê wan hatiye revandin û fîdye ji wan hatiye xwestin. Ji 493 malbatan 234 ji bo ku ji Efrînê bar bikin dewleta Tirk gef li wan xwariye û dewleta Tirk ji 493 malbatan dest li ser mal û milkê 439'an daniye.

EFRÎNIYAN TIŞTA KU JIYAN VEGOTIN

Destpêka forûmê rapora NRLS'ê ku dema dagirkeriyê dest pê kirî û bi berdewamî hatî hazikirin hate xwendin.

Piştî xwendina rapora NRLS'ê gelê ku bûyî şahidê dagirkeriya li Efrînê, tiştên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan kirî vegotin. Efrîniyên ku hovîtiya êrîşên dagirker dîtin, mal û milkê wan hatî desteserkirin û parçeyek ji bedena wan ji dest wan çûyî diyar kirin tekana xwesteka wan ew e ku rojek beriya rojekê vegerin Efrînê.

Ji vegotinên şahidan careke dî diyar bû ku dewleta Tirk hemû rêgezên exlaqî, hiqûqî, binpê kirine û her wiha ji vegotinan giyanê welatparêziya Berxwedaniya Efrînê jî derdiket holê.

PDK HATE ŞERMEZARKIRIN

Nêzî 150 rojnameger, siyasetmedar, lêkolîner, pisporên leşkerî û siyasî tevlê bûn. Li gorî agahiyên ku ji rayedarên NRLS’ê hatin wergirtin hejmara akademîsyenên ku hatibûn vexwendin gelekî zêde bû. Ji ber kêşeyên burokratîk û ji ber astengiyan akademîsyen nekarîne tevlî forûmê bibin. Yên ku nekarîn beşdar bibin jî peyam şandin.

Di forûmê de rewşa ku herî zêde nerazîbûn lê hate nîşandan ev bû ku, hikumeta Başûrê Kurdistanê heyeta ku ew ê bihata forûmê asteng kiribû û destûr nedabû ku 6 kes derbasî Başûr bibin. Heyeta ji Silêmanî, Helepçe, Germiyan û Duhokê jî li ser Sînorê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve hatibûn astengkirin. Heyet 6 saetan li ber derî hatin sekinandin û destûr ji bo 6 kesan nehate dayîn. Careke din vê helwesta PDK’ê hate şermezarkirin.

PÊŞANGEHA WÊNE Û FOTOGRAFAN SÛCÊN ŞER KIRIN BELGE

Di çarçoveya forûmê de pêşangehên fotograf û wêneyan hate vekirin. Di vê pêşangehê de berhemên 26 wênesaz, 2 karîkaturîst û 2 peykertraşan ên li ser dagirkeriya Efrînê hatin pêşandan. Di heman demê de 50 fotoyên li ser dagirkeriya Efrînê jî wekî belgeyekê bûn.

Di pêşangehê de wênesazê bi navê Hanîf Hamo diyar dike heta ku Efrîn azad nebe ew ê nikaribin werin ser xwe û dibêje ku, “Wekî ku mirov bi darê zorê ruhê kesekî jê bixwaze. Tişta ku dewleta Tirk kiriye ev e. Lê ruhê me bi Efrînê re ye. Rojekê em ê azadiya Efrînê jî xêz bikin.”

POLÎTÎKAYÊN DAGIRKERÎ, QIRKIRIN Û SÛCÊN ŞER HATIN BELGEKIRIN

Forûma navneteweyî ya ku ji aliyê NRLS’ê hate amadekirin, 3 rojan li ser mijarên wekî aliyên siyasî, leşkerî, çandî, dîrokî, ekonomîk ên guherandina demokrafîk û paqijiya etnîk hate sekinandin. Bi raporan hate diyarkirin ku rewşa li Efrînê dagirkerî ye û dewleta Tirk sûcên şer kiriye. Gelek akademîsyen û siyasetmedarên ku tevlî forûmê bûbûn jî diyar kirin ku hebûna dewleta Tirk a li Efrînê ne meşrû ye û dewleta Tirk li Efrînê qirkirin, paqijiya etnîk û guherandina demografiyê kiriye. Di raporan de xal bi xal hate diyarkirin tişta ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye ne li gorî zagonên navneteweyî yên hiqûq û mafên mirovan e.

HIN BEŞÊN GIRÎNG ÊN NIRXANDINAN

Profesorê Dîroka Modern û Pisporê Rojhilata Navîn Ferah Sabir diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo dagirkeriya Efrînê ‘kêşeya ewlehiyê’ nîşan daye lê herêmên li Bakurê Sûriyeyê hatine rizgarkirin ji roja ku şerê li Sûriyeyê hatiye destpêkirin her dem ewle bûne.

Pisporê Karên Derve yê Wezareta Karê Derve yê DYE’yê yê berê Prof. Davîd Phîlîps jî diyar kir ku Rojava mînakeke demokrafîk e û ji bo hemû cîhanê girîng e. Phîlîps got ku, “Ez diqîrim û dibêjim ku dewleta Tirk terorîst e. Dewleta Tirk sûcan dike. Gelê Rojava xwe jî diparêze.”

Hîndekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Colûmbîa a Brîtîshê Chrîstopher What jî diyar kir ku li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd li Şehbayê 300 hezar koçberên ji Efrînê hene û alîkariyên ji bo van koçberan ji aliyê Tirkiye û Sûriyeyê tên astengkirin.

DIVÊ AZADKIRINA EFRÎNÊ BIBE ROJEV

Di encamnameya forûmê de ji bo sekinandina dagirkeriya Tirkiyeyê 11 xal hatin diyarkirin. Biryarên wekî ji bo avakirina saziyên ku zextan bişopîne, avakirina komîteyên ku şopandina biryaran û banga ji bo qada hewayî ya Bakurê Sûriyeyê ji balefiran re were qedexekirin, di encamnameya forûmê cih girtin.

Xala sereke ya van forûman ev ku ji hebûna dewleta Tirk a li Efrînê re dagirkerî were gotin û ji bo azadkirina Efrînê piştgiriya mudaxeleya leşkerî were kirin.