Derbarê êrişa li ser Hesekê

DAÎŞ’ê tevî dewleta Tirk bi awayekî koordîneyê vê êrişa li Hesekê kir. Pirsên wekî ‘Gelo DAÎŞ vegeriya’ û yan jî ‘Gelo di warê îstîxbaratê de qelsî hebû’ li benda bersivandinê ne. Lê divê were zanîn DAÎŞ’ê dixwest dîsa qadê têxe destê xwe.

DAÎŞ’ê di 20’ê Çileyê de li Taxa Xiwêran a Hesekê êrişî Girtîgeha Sînaayê kiribû. Di vê girtîghê de nêzî 4100 girtî hebû. Vê êrişê aqûbeta DAÎŞ’ê dîsa anî bîra me.

Di Adara 2019’an de li Baxoza Dêrazorê hebûna leşkerî ya DAÎŞ’ê hatibû qedandin û nêzî 11 hezar çete ji aliyê QSD’ê hatibûn girtin.

Di heman demê de bi giştî 70 hezar malbat û zarokên çeteyên DAÎŞ’ê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne.

4100 çeteyên DAÎŞ’ê yên ku hêza çekdarî ya DAÎŞ’ê bûn di Girtîgeha Sînaayê de bûn.

700 zarokên ku temenê wan biniya 18 salî ne û DAÎŞ ji wan re dibêje Eşbal-î Xîlafe (Çêlikên şêran ên ê Xîlafetê) û ew li ser mantiqa leşkerî perwerde kirine jî li blokeke cihê ya Girtîgeha Xawêranê di navenda rehabîlîtasyonê de bûn.

Ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi giştî hemwelatiyê 54 welatan in û yan jî ji bo ev welat hemwelatiyên xwe yên çete teslîm bistînin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê bang kir. Bersiva van bangan nedihat dayîn.

DI 3 SALÊN DAWÎN DE JI BO DARIZANDINA DAÎŞ’IYAN ÇI HATE KIRIN?

Di sê salên dawîn de ku çeteyên DAÎŞ’ê li Baxozê hatin girtin ji bo aqûbet û darizandina wan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê du pêşniyaz kir.

Yek, li cihên ku van çeteyan sûcê şer kirin (Kobanê yan jî Şengal) bila dadgeheke navneteweyî were avakirin.

Dudu, bila her welat çeteyên DAÎŞ’ê yên ku hemwelatiyê wan in teslîm bistînin û li gorî qanûnên xwe wan bidarizîne û cezayan li wan bibirin.

Ji bo vê di Tîrmeha 2019’an de li navçeya Amûdê ya Qamişloyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) forûmeke navnetewetî li dar xistibû.

Ji xeynî çend welatan (Wan welatan jî bi tenê zarok teslîm stendin) tu welatan bersiveke fermî nedan bangan.

GELEK PIRS HENE

Piştî êrişa li ser Hesekê û dewleta Tirk di heman demê de êrişî Şengal, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê kir, gelek pirs hene ku li benda bersivan in.

Piştî êrişê ev pirs zêde hate kirin “Gelo di warê îstîxbarat û ewlekariyê de qelsî hebû û ev qelsî ji ber QSD’ê bû?”

Li gorî agahiyên ku hatine stendin komkirina agahiyên îstîxbarata li herêmê, analîzkirin û ragihandina van agahiyan a ji bo saziyên eleqedar, di nav Koalîsyona Navneteweyî ya Fransayê de di bin berpirsyariya Fransayê de ye.

Hemû parvekirina îstîxbaratan bi QSD’ê re bi awayekî koordîneyî dihat kirin. Lê tê diyarkirin di demên dawîn de di warê parvekirina agahiyan de qelsî hebû.

Îngîltere ya ku hevkarê esasî yê Koalîsyonê ye tevî QSD’ê ji ewlekariya nava girtîgehê berpirsyar in. Heke di ewlekariya nav girtîgehê de îsyan, firar û an jî êrişek bihata, ji bo pêşîlêgirtina van tiştan Îngîltere berpirsyar e.

Berê jî ji bo ku çeteyên di girtîgehê de birevînin hin hewldanên cihê çêbûne , lê QSD’ê pêşiya van hewldanan girtibû.

Ev êriş ji bo ku çeteyan rizgar bikin û van çeteyan li herêmê û dinyayê belav bikin, hate kirin. Heke êriş bi ser biketa wê li ser mirovayetiyê dîsa hovîtiya DAÎŞ’ê çêbibûya.

ARMANCA DAÎŞ’Ê EV BÛ KU QADÊ TÊXE DESTÊ XWE

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên QSD’ê hatine stendin, armanca DAÎŞ’ê ‘Ne rizgarkirina çeteyên girtî bû’ Armanca sereke ev bû ku piştî çete ‘rizgar kirin’tevî çeteyên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Iraqê hatibûn, ji Hesekê heta Reqa û Dêrazorê qadê têxin destê xwe.

Girtîgeha Sînaa ya ku li herêmê wekî ‘bombeyeke li ber teqandinê’ tê ravekirin, ji bo dewleta Tirk û çeteyên SMO jî wekî ‘Depoya şervanên amade’ tê dîtin.