Denîz Poyraz li gelek bajaran hat bibîranîn

Denîz Poyraz a ji aliyê desthilatdariya AKP/MHP’ê ve hat qetilkirin, li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hat bibîranîn.

Ji bo Denîz Poyraz a 17’ê Hezîrana 2021’î di avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de ji aliyê faşîst Onûr Gencer ê bi piştgiriya dewletê ve hat qetilkirin, li gelek bajaran meresima bibîranînê hat lidarxistin.

ENQERE

Rêxistina HDP'ê ya Bajar a  Enqerê, Denîz Poyraz li avahiya xwe bi bîr anî. Bi HDP'iyan re nûnerên gelek rêxistinên sivîl û gelek welatî jî tev li bîranînê bûn. Li eywana ku bîranîn lê pêk hat pankarta "Denîz Poyraz 'Yek ji me biçe em ê hezar bên' serhildana me ye" û "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" hate daleqandin. Ji bo bîranînê jinan find û qurnefîlên sor danîn ber wêneyê Poyraz. Di bîranînê de Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîlîoglû axivî û got ku ew bawer dikin ku wê şopdarên Denîzan aştiyê bînin vî welatî. 

Di bîranînê de Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Nuray Ozdogan jî axivî û diyar kir ku êrîşa li Poyraz hatiye kirin ne tenê êrîşeke li dijî Poyraz e di heman demê de êrîşeke li dijî hêzên demokrasiyê ye û wiha got: "Bi darizandineke bi lez û bez tê xwestin ku dosya bê girtin. Derdê bersûc ê veşartina tiştan nîne. Êrîşên faşîst ji nişke ve çênebûn. Tu komkujî bêyî rêxistinkirin û arestekirina dewletê çenebûye. Darizandin wê ne ji dadgeran ne jî ki wan re eywanan re dê bê hiştin."

Di bibîranînê de gelek kes li kursiyê serbest axivîn û soza têkoşînê dan.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Mêrdînê ji bo salvegera Poyraz daxuyanî hat dayîn. Bîranîn li pêşiya Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Mêrdînê pêk hat. Gelek jin û HDP'yî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me bi berxwedan û tekoşîna xwe hesab pirsî. Hûn nikarin me bêdeng bikin" hatr vekirin û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Mêrdînê Eylem Amak axivî û diyar kir ku têkoşîna edaletê ya ji bo Poyraz têkoşîna hemû jinan e û got ku wê ji bo Denîz Poyraz dev ji pirsîna hesab bernedin.

MÊRSÎN

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çoçûk ji bo bibîranîna Denîz Poyraz daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Denîz Poyra Nemir e" hat vekirin, wêneyên Poyraz û dovîzên mîna "Jin Jiyan Azadi", "Ji Qirkirina Jinê re Na" hatin hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî di nav de nûnerên gelek partî û rêxistinên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş axivî û diyar kir ku kujerê Poyraz ne tenê Onûr Gencer e û bertek nîşanî polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê da.

EM Ê HESABÊ DENÎZ JI WE BIPIRSIN

Parlamenter Kemal Bulbul jî axivî û diyar kir ku kujerê Poyraz gotiye ku ew hevalê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye û wiha got: "Suleyman Soylû û dûvikên wî dijminê jinan û kurdan sûc dikin. Em bi rêxistineke sûc re rû bi rû ne. Piştî Denîz êrîşî gelek navçeyên me kirin. Em we nas dikin. Ji Wedat Aydin û Orhan Dogan nas dikin. Faşîstên nijadperest derkevin meydanê, hûn sûcdar in. Em mafdar in, em ê qezenc bikin. Em ê hesabê Denîz, Wedat Aydin û Apê Mûsa ji we bipirsin.“

EDENE

Rêxistina HDP’a Edeneyê bi daxuyaniyekê li avahiya xwe Denîz Poyraz bi bîr anî. Di bîranînê de wêneyên Denîz Poyraz û gul danîn ser maseyê û find hatin pêxistin. Endam û rêveberên TJA, HDK, HDP, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, AATUHAY-DER, AYKAY-DER, ESP, Malêngel (Halkevleri) û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş ê di birîanînê de axivî, bi lêv kir ku bi komkujiyan hewl didin qada muxalefetê ya HDP’ê teng bikin û bikevin pêş azadiya kirina siyasetê ya wê. Hevseroka HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk jî bi lêv kir ku wê li dijî zext û êrişan serî netewînin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî piştî ku Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn malbata Poyraz li eywaneke dawetê ya li navçeya Konakê mewlûd da. Li ewyana mewlûd lê hate dayîn pankarta “Soza me ya ji bo Denîzê wê bibe aştî. Em ê dorpêça faşîst belav bikin” hate daliqandin. Li vir Hevserokên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re (YAKAY-DER) Sûltan Yagmekan û Halît Batan mafê axaftinê girt û ji malbatê re sersaxî xwestin. Çalakiya ku gelek kes tev li bûn bi dayîna mewlûdê bi dawî bû.

RIHA

HDP’a Rihayê jî ji bo Denîz Poyraz bernameyeke bîranînê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveberên OHD’ê û gelek kes li pêş avahiya partiyê kom bûn. Girseya kom bû ji ber deriyê partiyê ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a daxuyanî lê were xwendin bi pankarta “Denîz Poyraz nemir e” meşiya. Di dema meşê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî axivî. Karakeçîlî diyar kir ku desthilat ji polîtîkayên cihêkar heviyê dike û wiha got: “Em jin em ê bi têkoşîna xwe aştiyê bînin, azadî wê bi têkoşîna me ya jinan li vî welatî şîn bibe.”

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bi lêv kir ku gel kujeran baş nas dike û wiha got: “Demeke dirêj e partiya me ji aliyê desthilatê ve hedef tê nîşandan. Di encama van hedef nîşandanan de hevala me Denîz hate qetilkirin. Pergal kujeran diparêze. Em soz didin Denîzê heta ku azadî û demokrasî were em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

MELETÎ

Rêxistina HDP’a Meletiyê jî li avahiya xwe çalakiya bîranînê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li bûn. Pankarta “Denîz Poyraz nemir e” û wêneyên Denîz Poyrazê li eywana ku bibîranîn li dar xistin, hate daliqandin. Kesên tev li bibîranînê bûn, qurnefîl danîn pêşiya wêneyê Denîz Poyraz ê li ser maseyê hatibû bicihkirin. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya ku di bîranînê de axivî û wiha got: “Di ser komkujiyê re salek derbas bû lê edalet pêk nehat. Heta ku edalet pêk were û kujer hesabê bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Bîranîn bi xwendina helbestan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.