Dengdana li Swîsreyê sibe dest pê dike

Platforma 'Na ji Dîktaroriyê re': Ji bîr nekin; dengek dikare dîktatorekî bîne xwarê. Em dengê xwe ji roja dawî re nehêlin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê, wê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê sibe biçin ser sindoqan.

"Platforma NA ya li dijî dîktaotriyê" ku ji bo destekkirina HDP'ê li Swîsreyê ava bû, daxuyaniyek da û ev bang kir, "Ji bîr nekin, dengekî bi tenê dikare dîktator hilweşîne. Em dengê xwe ji roja dawî re nehêlin, zû biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."

Ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 24'ê Hezîranê, dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê wê di navbera 15-19'ê Hezîranê de dengê xw bidin.

Li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li Swîsreyê 94 hezar û 032 dengdêr hene. Ji bo dengdêr karibin dengê xwe bidin, wê li Zurîchê nava hefteyê de 12 û dawiya hefteyê 14, li Bernê nava hefteyê 4 û dawiya hefteyê 5, li Cenevreyê nava hefteyê 2 û dawiya hefteyê 3 sindoq bên danîn. Dengdan wê saet 9'ê sibehê dest pê bike û heta saet 21'ê bidome.

Eger hilbijartina Serokkomar ji tûra duyemîn re bimîne, wê dengdêrên li Swîsreyê di navbera 30'ê Hezîranê-4'ê Tîrmehê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

3 navendên dengdanê ku wê 15-19'ê Hezîranê deng lê bên dayin:

BERN: Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê (Lombachweg 33, 3006 Bern)

CENEVRE: Serkonsolosxaneya Tirkiyyeê ya li Cenevreyê (20, Route de Pré-Bois, 1215 Genève)

ZURICH: Navenda Fûarê ya Zurichê, Kat.1 Salon.3 (Messe Zürich, Halle 3, Wallisellenstrasse 49, 8050 Zürich)

Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP'ê li Swîsreyê rêjeyeke bilind a dengan wergirtibû û bûbû partiya yekemîn.

Rêjeya dengên li Swîsreyê ji bo partiya hatin dayin:

HDP: 47.51, AKP: 25,11, CHP: 17.46

Di hilbijartina giştî ya 1'ê Mijdara 2015'an de jî HDP bûbû partiya yekemîn. Rêjeya dengan a 1'ê Mijdarê:

HDP: 45.7, AKP: 29.1, CHP: 17.8

Di referandûma guhertina destûra bingehîn de jî bi rêjeya 62 ji sedî dengê 'NA', 32 ji sedî jî dengê 'Erê' hatibû dayin.