Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Emînî porê xwe qusandin

Siyasetmedarên dîlgirtî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ji bo Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq hatibû qetilkirin, porê xwe qusandin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ya Selçûk Mizrakli yên ku dewleta Tirk ew girtine, diyar kirin wan ji bo qetilkirina Jîna Emînî protesto bikin û piştgiriyê bidin berxwedana li Îranê, porê xwe qusandine.

Demîrtaş ev peyam weşand:

“Ji ber ku têla porê wê tê dîtin Mahsa Amînî li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû qetilkirin. Em êşa wê di dilê xwe de hîs dikin.

Berxwedana li hemberî zext û zilman ne bi tenê berpirsyariya jinan e. Ji bo ku em piştgiriyê bidin têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan û diyar bikin em bi gelê berxwedêr ê Îranê ne, min û Dr. Selçûk Mizrakli yê ku hevalê min ê hucreyê ye, me porê xwe qusand.

Hemû zilm û zordestî wê li hemberî berxwedana gel teqez hilweşe. Hezar silav ji berxwedêran re.

Em sersaziyê ji malbata Mahsa Amînî re dixwazin û tevî silavan hestên xwe yên hevgirtinê radigihînin.”