Demîrtaş li ser greva birçîbûnê nameyek ji saziyên Ewropa re şand

Siyasetmedarê Kurd ê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, li ser grevên birçîbûnê ji endamên Parlamenta Ewropayê û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re nameyek şand.

Hevserokê berê yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven zêdeyî 300 kes tê de ne û gihaştiye asteke krîtîk, ji endamên Parlamenta Ewropayê û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re nameyek şand. 

'DAXWAZÊN ÇALAKGERAN WÊ BI XWE RE EWLEHÎ Û ARAMIYÊ BÎNE'

Nameya Demîrtaş wiha ye:

"Dostên min ên hêja yên parlamenter;

Dixwazim bala we bikişînim ser rewşeke gelekî krîtîk a li Tirkiyeyê.

Hevala min a parlamenter Birêz Leyla Guven ku endameke Parlamenta Tirkiyeyê ye, di dema nivîsandina vê nameyê de bû 104 roj ku di greva birçîbûnê de ye. Tevî wê li girtîgehan û li derve nêzî 320 kes di greva birçîbûnê de ne.

Yekane daxwaza hevalên min ên di greva birçîbûnê de ne û li ber mirinê ne, bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e ku ev yek wê rê li ber serweriya hiqûqê, atmosfereke aştî û diyalogê li Tirkiyeyê veke.

Ev daxwaza mafdar, hiqûqî û rewa daxwazeke rasteqîn e ku hem li Tirkiyeyê, hem li Sûriyeyê, hem jî yekser li Ewropayê wê ewlekarî, aramî û îstiqrarê xurt bike.

'LI BER MIRINÊ NE; EZ BAWER IM KU HÛN Ê VÊ QÎRÎNÊ BIBIHÎZIN'

Hevalên min ên di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj nêzî mirinê dibin. Hikumet vê mijara girîng ji nedîtî ve tê ku ev yek metirsî û cidiyeta mijarê zêde dike. Bi sedan mirov di oxira aştî û demokrasiyê de mirin dane pêş çavên xwe û ketine greva birçîbûnê. Bi milyonan mirov jî piştgiriya wan dikin. Ez bawer im ku hûn ê vê qîrînê bibihîzin. Ji dil bawer dikim ku ji bo ev mijar bikeve rojeva raya giştî, ji bo dawî li grevên birçîbûnê bê anîn û tavilê bersiv ji van daxwazên rewa re bê dayin, çi ji destê we bê hûn ê bi derfetên xwe hemûyan bibin alîkar.

Bi wesîleya vê nameya ku bi rêya parêzer û partiya xwe digihînim we, ji girtîgeha ku lê me silavên germ ji we re dişînim, hêvîdar im em ê di rojên xweş de hev bibînin."