Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kir

Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ji bo bi rêya SEGBÎS’ê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike serî li Wezareta Edaletê da.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye, ji bo bi rêya SEGBÎS’ê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin şert û mercên giran ên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de ye bike, serî li Wezareta Edaletê da. Di daxwaznameya Koma Parastinê ya Demirtaş de hat gotin, "Weke ku tê zanîn Abdullah Ocalan nêzî 23 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ya girêdayî Wezareta we di hucreya yek kesî de û di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Di heman demê de nêzî bîst mehan e, ji mafê xwe yê hevdîtina bi malbat û parêzeran bêpar hatiye hiştin. Lê di salên borî de dema ku karîbû bi derve re têkilî deyne, hêviya aştiya civakî û çareseriya demokratîk li Tirkiyê her ku diçe zêdetir dibû û civak aramtir dibû.

Siyaseta şer û aloziyê ya hikûmetê li hundir û derve dibe sedema xisar û êşên mezin. Hêviya herî mezin a gel ew e ku di zûtirîn demê de dev ji van polîtîkayên şaş were berdan û hawîrdorek aştî û aramiyê ku tê de xizanî û bêkarî tê de tunebe, were avakirin.  Ligel gelek polîtîkayên şaş, tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê de, vê hawirdora kaotîk zêdetir dike û alozî jî bi demê re zêde dibin.

Ez di wê baweriyê de me ku eger wezareta we dest ji vê pêkanîna li dijî hiqûqê berde, ji bo tevahiya Tirkiyeyê wê baş be. Her zarokên vî welatî gelekî bi qîmet in û dema ku ev zarok li ber çavê me werin fedakirin û mirov vê rewşê nebîne û bêdeng bimîne, wê ji bo tu kesên ku baweriyê bi siyaseta demokratîk û aştiyê tîne, ne helwesteke exlaqî be. Ji bo bi awayekî mayînde dawî li polîtîkayên li Girtîgeha Îmraliyê bê anîn, ez weke parêzer û siyasetmedarekî daxwaz dikim ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ku ez lê me, bi rêya SEGBÎS'ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînim. Ez dixwazim piştre ew bi malbat û parêzerên xwe re jî hevdîtinan bike. Ez hêvî dikim û dixwazim ku ev serlêdana ku min bi berpirsyariya siyasetmedarekî bi hiqûq, edalet, aştiya civakî bawer dike û divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin pêk anî, bi erênî were nirxandin.”