Dema destgîrkirina 36 kesan hat dirêjkirin

Dema destgîrkirina kesên di serdegirtinên ku li Edeneyê jî di nav de li gelek bajaran hatin kirin de 4 rojên din hat dirêjkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ku Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê kiribû hedef, di 27'ê Hezîranê de biryara serdegirtinê dabû.

Ji bo 38 kesan biryara destgîrkirinê hat dayîn û di vê çarçoveyê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser malan de girtin.

Bi giştî 36 kes hatin destgîrkirin. Kesên li derveyî Edeneyê hatin destgîrkirin jî anîn Edeneyê.

Ji bo dosyayên kesên hatine destgîrkirin biryara nepeniyê hat dayîn û hêj jî îfadeya wan nehat girtin.

Îro ji ber bidawîbûna 4 rojan a dema destgîrkirina 36 kesan, wan anîn Edliyeya Edeneyê, li ser daxwaza dozgeriyê ji aliyê Dadweriya Cezaya Sulhê ya Edeneyê ve 4 rojên din hat dirêjkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz ku li ber Edliyeya Edeneyê daxuyanî da, bertek nîşanî vê biryarê da.

Pekoz, destgîrkirinan wekî "polîtîkaya tirsandinê" nirxand û anî ziman ku kesên destgîrkirî di bin navê ‘hevpeyvînê’ de bi darê zorê dixwazin îfade bê dayîn û îftirayê bikin.

Pekoz destnîşan kir ku ev pêkanîn weke duh wê îro jî bi ser nekevin.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak û kesekî navê wî nehat zanîn.