‘Delîla bi rihê xwe yê zindî û herikbar bûbû mînaka têkoşeriyê’

Navenda Çand û Huner ya Jinên Kevana Zêrîn bi wesîleya şehadeta gerîlaya hunermend Delîlayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Çand û Huner ya Jinên Kevana Zêrîn bi wesîleya şehadeta gerîlaya hunermend Delîlayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di dîroka gelê Kurd de çand û huner bûye şopa serpêhatiyên civakî û neteweyî. Her çiqas ku dagirkeriya faşîst bi derbên kujer bi ser rastiya gelê Kurd ya dîrokî û neteweyî ve çûye, lê Kurdan bi destan, çîrok û stranên xwe ve ev dîrok heya roja me ya îro parastine. Bi derketina şoreşa azadiya Kurdistanê PKK’ê re çand û hunera Kurdan ya resen kiriye hîmên têkoşîna xwe ya dîrokî.

Ji bo wê jî PKK bûye mîrasê vejîna çand û hunera hemdem ya gelê Kurd. Di nava dîroka Kurdan û têkoşîna PKK’ê de, em dibînin ku herî zêde jinê ev rih parastiye û mezin kiriye. Bi xwedîderketina jinan ya li çand û hunerê di serî de li hember qirkirina fizîkî, çandî û ferzkirina koletiyê, zilma dagirkeran qebûl nekiriye. Bi têkoşîna xwe, rihê neteweyî bilind kiriye û koletiya ku di civaka zayendparêz de li ser nasnameya jinê ferz kirine ji holê rakiriye. Ji bo vê yekê di asîmanê vî welatê de dengê çand û hunera dayikên xwedawend bilind bûye ta roja me hatiye. Ji Meryemxan heta Eyşeşan, ji Mizgîn heta Delîla’yan ev deng kêm nebûye.

Di 22’ê Tebaxa 2007’an de, dema ku hevala me ya gerîla û hunermend Delîla bi komeke 11 hevalan de di pêşengiya û fermandariya Roza Mêrdîn de bi hevrêyan re derbasî Bakurê Kurdistanê qada Garzanê dibe. Di derbasbûnê de  bi dewleta dagirker ya Tirk re dikevin şerekî û şehîd dikevin. Tevî hevala Roza, hevala Avesta û hevala Delîla di vê pevçûnê de ligel 8 hevalên xwe şehîd bûbûn. 

Şopdara Ş. Mizgînan û Ş. Berçeman e Ş. Delîla. Weke şalûla çiyayên bilind, bi dengê xwe yê zelal, şevên me mest û rojên me geş dikir. Bi sekna xwe ya xiroş û dilnizm çanda jiyana mirovên azad û jina azad raberî me dikir. Delîla bi rihê xwe yê zindî û herikbar bûbû mînaka têkoşeriyê, di her kêliyê jiyanê de. Ji bo ku dengê xwe bi Mizgînan re bigihîne çiya, av,dar û her gerîlayan, berê xwe dide Bakurê Kurdistanê qada cengê ya herî germ. Delîla bi huner, şer û têkoşîna xwe ya jiyanê, nasnameya jina kurd ya hemdem bi dest xistiye. Bi vê yekê di çand û huner neteweya demokratîk de navê xwe nemir kiriye. Em jî wekê hevalên Mizgînan, Viyan, Berçem, Gulistan, Arjin û Delîla’yan em ê xwe bi hêza mîrasa ku wan ji me re hiştine, e mê jiyana xwe bi xweşikbûna awazên wan ronî bikin û şoreşa çand û hunerê pêk bînin.

Bi boneya salvegera şehadeta hevala me ya hunermend Delîla em weke Navenda Çand û Hunerê ya Jinên Kevana Zêrîn; soz didin ku em ê di riya armancên wan de bimeşin û xeta hunera neteweya demokratîk û Kurdistaneke xweser û azad de bidin jiyîn.  Di şexsê hevala me ya hunermend Delîla de em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin û soza serkeftinê didin. “