Delegasyona YE û rêxistinên kedê serdana HDP’a Îzmîrê kir

Serokê Delegasyona YE Nîkolaûs Mayer Landrût serdana Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin, kir. Partiyên siyasî û rêxistinên kedê jî, serdana hevserokên Navenda Giştî ya HDP’ê kirin.

Li gelek bajaran ji bo xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li gelek navenda konê sersaxiyê hatibû danîn. Serdanên ji bo sersaxiyê dewam dikin. Sefîr û Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropa (YE) ê Tirkiye Nîkolaûs Mayer Landrût, serdana avahiya HDP’ê ya ku êrîş li ser hate kirin, kir. Sefrî Meyer Landrût got: “Ji bo şermezarkirina êrîşa hefteya borî ya li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê şermezar bikim, li vir im. Ji bo bîranîna ciwana ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû, parvekirian xema malbatê û sersaxî dayîna teşkîlata HDP’ê li vir im.”

Li aliyê din serdanên ji bo Navenda Giştî ya HDP’ê jî didome. Şandeya bi Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren re serdana konê sersaxiyê û piştevaniyê pêk anş. Serokê Şaredariya Dersimê Fatîh Memet Maçoglû, KESK, DÎSK, TEMMOB, TTB û SES jî serdana HDP’ê kirin.

Kesên hatin serdanê ji aliyê hevserokan Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar, berdevka partiyê Ebrû Gunay, Alîkarên Hevserokan Tuncer Bakirhan û Şanziye Kose û endamê PM’ê Alî Ozkan ve hatin pêşwazîkirin.

Maçoglû di serdanê de qala girîngiya bihevrebûnê ya têkbirina êrîşan kir û got: “Em komînîst, şoreşger û welatparêz erka dikev e ser milê me, di rewşên wiha de li gel hev rawestin, têkbirina van êrîşên wiha ne, heman demê têkoşîna vê kirine.”

Bûldan a bi Maçoglû re civiya jî got: “Qetilkirina hevala me Denîz ne tesadûf e, divê êrîş weke bûyereke neyê dîtin. Nîşaneya bûyereke pir bi pilan û plana hişmendiyekê ye. Ji bo wê guleya bera Denîz hatî teqandin, bera hemû hêzên demokrasiyê hatiye teqandin. Êrîş plana hevpar a desthilat û hevkarên wan in. Êrîş li dijî hêzên demokrasiyê yên Tirkiye ye, lê dîsa hedefa pêş Kurd û HDP ye. Lê ev gule bera me tevan dane.”

Nûnerên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ên Enqerê jî di serdanê de destnîşan kirin ku êrîş li diî hemû hêzên demokrasiyê ne, bal kişand ser têkoşîna hevpar.

Di serdana rêxistinê kedê de jî Alîkara Hevseroka Berpirsa Komîsyona Kedê Şaziye Kose jî axivî û got: “Kujer û yê hevala me Denîz Poyraz daye kuştin diyar e. Bi van êrîşan dixwazin li vî welatî demokrasî û azadiyê tine bikin.”