Deh cenazeyên li Xerzanê dane malbatên wan

Ji 267 cenazeyên li Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin 10 jê piştî 2 salan dane malbatên wan.

Li bejahiya Oleka a Jor a Bedlîsê 267 cenaze di 19'ê Kanûna 2017'an de hatibûn derxistin û ji bo testa DNA'yê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.

Beriya niha 5 ji cenazeyan piştî lêkolîna DNA'yê radestî malbatên wan hatibûn kirin û hatibûn veşartin.

Ji bilî wan 30 malbatên din jî ji bo testa DNA'yê serî li Saziya Tipa Edlî dan, lê belê tenê 11 ji wan di testa DNA'yê de encam weke hev bû.

Ew cenazeyên ku malbat li bendê bûn bistînin, di Adara 2019'an de li Goristana Bêkesan a Kilyosê ya li Sariyerê hatibûn veşartin.

Her wiha 11 malbatan ji bo wergirtina cenazeyan doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan. Dozgeriyê jî biryar wergirt û cenaze radestî malbatan bên kirin. Li ser vê yekê malbatan serî li Midûriyeta Goristana Zîncîrlîkûyû kirin. Piştre jî çûn Goristana Bêkesan a Kilyosê.

Li wê deverê tenê 10 ji cenazeyên testa wan a DNA'yê bi encam bûbûn hatin radestkirin. Cenazeyê Huseyîn Doner jî bi hinceta ku ewraq radestî rayedaran nehatine kirin nehate radestkirin. Eşkere bû ku hestiyên cenazeyan di qutiyên plastîk de hatin veşartin.

Cenaze piştre li ber duayan ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û birin bajarê ku lê bên veşartin.