DBP: Nikarin me biqedînin lê bi xwe têk diçin!

Hevserokên Giştî yên DBP’ê diyar kirin ku desthilata AKP-MHP’ê armanc kiriye ku siyaseta Kurd biqedînin lê bi xwe di hilweşînê de ne.

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir li avahiya Rêxistina partiyê ya Amedê ya navçeya Baglarê ku danê sibehê ji aliyê polîsan ve bi ser de hatibû girtin, daxuyanî dan.

Parlamenterên Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn û Dêrsim Dag jî tevlî civînê bûn.

'DIXWAZIN SIYASETA KURD BIQEDÎNIN'

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mehmet Alî Altinkaynak diyar kir ku di serdegirtina li avahiyên wan de bi berfirehî lêgerîn hatiye kirin û anî ziman ku rojname û kovarên mehane û rojane hatine desteserkirin. Altinkaynak got ku poster û wêneyên xebatkarên partiyê yên şehîd jî hatin desteserkirin û wiha pêde çû, "Ev êrîş nîşaneya îflasa desthilatdariya heyî ye. Em vê êrîşê weke hewldaneke ji bo bidawîkirina siyaseta Kurd dibînin û şermezar dikin."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî da xuyakirin ku ew zextên li ser partiya wan weke "berdewamiya dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî Kurdan" şîrove dikin. Aydenîz diyarkir ku hemû êrîş li ser Kurdan tên kirin û got, "Her wiha êrîşî rêxistinên Kurdan jî tê kirin. Em vê yekê weke operasyoneke siyasî şîrove dikin. Lê belê ev êrîş jî nîşan didin ku dawî li desthilatdariyê hatiye. Lewma êrîş dike. Siyaseta Kurd di siyaseta demokratîk de israr dike, lê hikûmetên ku di şer û pevçûnan de israr dikin, rojeva wan tenê asîmîlekirina Kurdan û tasfiyekirina siyaseta Kurd e. Çawa ku hikûmetên berê negihiştin encamê, hikûmetên paşerojê jî wê negihijin encamê. Çawa ku navê kesên ku bi siyaseta ewlehiyê nêzîkî Kurdan bûne nayên behs kirin, wê navê hukumeta heyî jî neyê behskirin.

Aydenîz tekez kir ku yên bi "plana çokdanînê" dixwazin çok bi Kurdan bidin danîn, bi xwe hatine asta çokdanînê û diyar kir ku ev serdegirtin bi kongreya mezin a ku wê di dema pêş de li dar bixin ve girêdayî ye. Aydenîz got, "Xebatên me yên kongreyê bi hemû leza xwe dewam dikin. Dîtin ku nikarin me ji xebatên me yên li hemberî zextan dûr bixin. Xwestin bi serdegirtinê peyamekê bidin me. Lê belê ev peyam dibe sedem ku em bikevin nava tevgerê. Ji bo azadiya Kurdan xebat û tekoşîna zêdetir bikin. Nikarin derkevin nava gel. Di destê wan de tenê êrîş maye. Tenê dizanin êrîş bikin. Ji wekhevî û azadiyê fam nakin.”

Aydenîz bertek nîşanî desteserkirina alên TJA'yê yên di dema serdegirtinê de da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "TJA ji bo me, ji bo hemû Kurdan û ji bo rêxistinên jinan rewa ye. Em diyar dikin ku em ê xebatên jinan li her derê bidomînin. Hûn ê nikaribin me biqedînin. Yê ku qediya ye hûn in."