DBP: Abdullah Ocalan bi vê helwesta xwe xwestiye ku gel bi erka xwe rabe

DBP’ê têkildarê helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gava CPT’yê serdana Îmraliyê kiribû hevdîtina bi heyeta CPT’yê re qebûl nekirîbû, daxyanî da û got: “Abdullha Ocalan bi vê helwesta xwe xwestiye ku gel bi erka xwe rabe.“

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di meha Îlonê ya sala 2022'yan de, serdana Îmraliyê kir lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 20 meh in tu xeber jê nayê girtin hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiribû. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî mijarê bi nivîskî daxuyanî da.

 DBP'ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber jê nayên girtin û wiha got: "CPT, meha Îlonê ya sala 2022'yan serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Lê tê gotin ku birêz Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye. Ev, nîşaneya wê yekê ku bê tecrîd hatiye asteke çawa."

DBP'ê, di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di girankirina tecrîdê de rola saziyên navneteweyî heye û wiha got: "CPT, ne li gor hiqûqa navneteweyî lê li gor hiqûqa serdestan û berjewendiyan tevdigere. Ji ber ku erka navneteweyî ya CPT'yê nemaye, birêz Ocalan hevdîtina pê re red kiriye. Lewma em bang li hemû gelan dikin ku bi vê helwesta birêz Ocalan berpirsiyariyê hilgirin."