Dayikên li Edeneyê: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

Li Edeneyê dayikên girtiyan daketin qadan û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê.

Li Edeneyê, dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, ji bo bicihanîna daxwazên zarokên wan îro dîsa li qadan bûn. Dayikên berxwedêr tevî parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, rêveberên HDP, DBP, HDK û TUAYDER a Çûkûrovayê li Parka Îsmet Înonu çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsên Tirk dor li parkê pêçan û kesên li parkê yek bi yek kontrol kirin.

'DI ŞEXSÊ OCALAN DE EM HEMÛ HATINE TECRÎDKIRIN'

Li gel astengiya polîsan jî dayika bi navê Latîfe Aydin axivî û got, "Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelan hemûyan e. Zilm û heqaret li girtiyên me tên kirin. Em dayik in, kezeba me dişewite. Parçeyekî me li girtîgehan e, zarokên me ne û zarokên gel in. Dawî li zilma li ser Ocalan bînin. Em ê her roj li qadan daxwaza aştiyê bînin ziman."

Girseya gel piştre bi tilîlî û çepikan ber bi avahiya HDP'ê ya bajêr ve meşiya.