Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî şerm bike!

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî Mesûd Barzanî da û got “Divê tu şerm bikî! Nebî şirîkê şer.”

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe ya şaxa Fatîha Stenbolê daxuyaniyek da û ji ber ku destûrê dide êrişan nerazîbûn nîşanî Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî da.

Dayika Aştiyê Emîne Unal got “Çi karê leşkerên Tirk li wê axê heye? Divê Barzanî ji vî tiştî şerm bike. Divê dilê dayikan neşewitîne. Bila zarokên nemirin. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Hewce bike em ê ji bo zarokên xwe canê xwe feda bikin. Divê Barzanî dawî li vî tiştî bîne. Divê nebe şirîkê vî şerî. Em jî diyar dikin em ê bi zarokên xwe re bin. Em bi tenê aştiyê dixwazin.”

‘ZAROKÊN ME TÊN KUŞTIN’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran jî diyar kir ku divê êdî Kurd hev nekujin got “Bi çekên NATO’yê êrişeke mezin li ser axa me heye û li wir zarokên me tên kuştin. Bi salan em ji gelan re bûn mertalên zindî lê a niha kes dengê me nabihîze. Divê Mesût Barzanî destûrê nede tiştên li ser axa wî tê kirin. Em dixwazin aştî were ser vê axê. Ji bo gelê me rojeva herî sereke ev e ku divê kongreya neteweyî kom bibe û yekîtiya neteweyî were avakirin. Ji bo vê jî divê seferberî were îlankirin.”

Dayika Aştiyê Bedîa Gokkoz jî diyar Mesût Barzanî şirîkê êrişan e û got “Leşkerên Tirk axa Kurdan bomberdûman dike, gaza jehrî bi kar tîne. Ma tu nabînî? Ev ne xwîna Kurdan e? Dar û daristan tên şewitandin, ma ew ne axa Kurdistanê ye? Divê Barzanî guh bide dengê dayikan. Em bang li Barzanî dikin, guh bide bangên ji bo kongreya neteweyî ya Kurdan.”