Dayikên Şemiyê: Rojnamegerên Kurd îro jî dibin hedef

Dayikên Şemiyê nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê ku hat qetilkirin bi bîr anîn. Dayikan diyar kirin ku îro jî çapemeniya Kurd di hedefê de ye û girtina rojnamegeran şermezar kirin.

Bi mebesta pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê li Qada Galatasaray a Stenbolê çalakî lidarxistin. Dayikên Şemiyê di daxuyaniya hefteya 889’an de bal kişandin ser dosyaya nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bêdlisê Ferhat Tepe. Ji ber şert û mercên pandemiyê, daxuyanî online hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil dayika Tepe, Zubeyde Tepe axivî.

‘KURÊ MIN KURD BÛ Û ŞEWITANDINA GUNDAN, CÎNAYETÊN KIRYARNEDIYAR DINIVÎSAND’

Dayik Tepe da zanîn ku kurê wê ji hêla kontrayan ve hate revandin û cenazeyê wî 10 roj piştre li qeraxê Gola Hazarê hate dîtin. Bi domdarî jî Tepe ev tişt anî ziman: “Kurê min li Goristana Bêkesan a li Xarpêtê hate definkirin. Piştî wergirtina cenaze, me li gelek deveran serlêdan kir lê tu saziyên peywirdar tiştek nekir. Ji wê rojê ve em li pey kujeran in. Heta ku kujer tên girtin û darizandin jî dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Çi sûcê kurê min çi bû? Kurê min Kurd bû û şewitandina gundan, cînayetên kiryarnediyar dinivîsand. Îro jî rojnameger tên destgîrkirin û girtin. Em bi zarokên xwe re ne û dê tu carî dev ji doza wan bernedin.”

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ GIRTINAN DAN

Piştre jî xwîşka Tepe, Ayşe Tepe axivî û da zanîn ku 29’emîn salvegera qetilkirina birayê wê ye. Tepe, axaftina xwe wiha domand: “Rojnamegerên ku pênûsa Ferhat li erdê nehiştin û ji kevneşopiya Ozgur Gundemê tên îro jî rastî astengkirinên mezin tên. 16 rojnamegerên ku kevneşopiya Ozgur Gundemê didomandin hatin girtin. Em careke din bang dikin; rojnamegeriya ku li pey rastiyê û yên ku heqîqetê digihînin milyonan sûc nekirine.” 

Daxuyaniya hefteya 899’an ji hêla edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu ve hate xwendin. Hacioglu, ji bo Tepe edalet xwest û bal kişand ser girtina 16 rojnamegeran. Bi domdarî Hacioglu wiha got: “Rejîmên ku tundiyê weke rêbazekî bi kar tînin, dixwazin ku civakeke ku rastî û derewê ji hev dernaxe biafirînin. Ji bo vê jî serî li rêya xerakirina rastiyê û dezenformasyonê didin. Çapemeniya azad ku rastiyê dibêje û derewan teşhîr dike jî dibin tirsa dilê van rejîman. Ji ber vê sedemê ye ku kevneşopiya dewletê ya bêîtîbarkirin, hedef nîşandan û cezakirina rojnamegeran tu carî li ser vê xakê xelas nebû. Heta 2 roj berê rojnamegerî weke sûc nîşan dan û 16 rojnameger hatin girtin.”

Hacioglu bal kişand ser hempîşeyê xwe Ferhat Tepe ku di dema destgîrkirinê de hate windakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Rojnameger Ferhat Tepe di 19 saliya xwe de nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bêdlisê bû. Weke her xebatkarekî çapemeniya azad, wî jî li gel xetereya ser jiyana xwe jî hewl da dengê kesên mafên wan hatine binpêkirinin bide bihîstin. Ferhat, di 28’ê tîrmeha sala 1993’yan de li navenda Bêdlisê ji hêla 3 kesên laserk bi wan re bû hate revandin. Piştî israra malbat û rojnameyê, saziyên dewletê gotin ku nehatiye destgîrkirin. Lê malbat û rojnameya wî dev ji lêgerîna xwe berneda û 13 roj piştre li Goristana Bêkesan a Xarpêtê xwe gihandin cenazeyê wî.”