Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta Akyildizê kirin

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Akyildizê 16 salî yê 28 sal beriya niha ji aliyê Hîzbûllahiyên girêdayî dewletê ve hatibû rewandin kir.

Dayikên Şemiyê ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavdêriyê de hatine wendakirin û cezakirina faîlan her heftiyê çalakiyê lidardixin. Di çalakiya vê hefteyê ya 856’an ya onlîne de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz (16) yê ku di Îlona 1993’an dema ji Êlih ji bo biçe serdana xwîşka xwe ya li Farqînê ji aliyê 2 kesan ve hatibû revandin û ew biribûn gundê Sûsê (Yolaç) ya wek “gundê Hîzbûllahiyan” tê naskirin û 28 salin ji wî ti agahî nayê girtin, hat pirsîn.

Rûskiye Akyildiz behsa roja ku kurê wê Mehmet Zekî Akyildiz wendabûyî kir û got, “Min kurê xwe şandibû gel xwîşka wî. Min ji xwîşka wî re telefon kir û got ‘bila kurê min bê malê’. Keça min giriya û ji min re got ‘ma qey nehatiye malê’. Min jî got na nehatiye. Em hemû li wî geriyan lê me peyda nekir. Ez netirsiyam û ji bo ku kurê min nîşanê min bidin ez çûm mala Hîzbûllahiyan. Salek piştî Mehmet Zekî wenda bû 2 ciwan roja cejnê hatin malê û cejna min pîroz kirin. Dema hatin malê pirsa kurê min kirin bê ka hatiye malê yan na. Min jî ji wan re got ‘ez we nas nakim, hûn kî ne’. Gotin ‘em hevalên wî ne’. Min jî ji wan re got ‘ev salek bihorî hûn nû dipirsin’. Piştre derketin û çûn.” Dayika Akyildiz diyar kir ku piştre ev kasane hatine mala cîranên wê û ji wan re gotine ku Hîzbûllahî ne û anî ziman, “Ger min bizaniya bê ka çi bi serê kurê min hatiye, wê ev êşa di dilê min de rihet bibe.”

Piştre Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 487’emîn li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan di çalakiyê de vekirin. Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê Zekî Tanguner, di çalakiyê de axivî û pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992'yan de li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê 2 kesan ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, kir.

Tanguner, diyar kir ku Akyikdiz li taxa Beşevler a Êlihê dijiya û wiha got: "Akyikdiz diçû dibistana navîn. Berî ku bê revandin heya demekê di vegera ji dibistanê de dihat derbkirin. Lê tu carî tiştên jiyan ji malbata xwe re negot."

Tanguner, di dewama axaftina xwe de wiha ev agahî dan: "Ji bo ku Akyildiz beşdarî Hizbullahê bibe, zext lê dihat kirin. Akyildiz roja ku hat revandin, diçe mala xwişka xwe ya Farqînê dijiya û li nêzî birca Aslanli ya Goristana Şey Halîl a li Cadeya Gazî ya Farqînê ji aliyê 2 kesan ve tê revandin. Mehmet Zekî yê ku 3 rojan li Farqînê hat girtin, dûre wî dibin stargeha kesên ku revandin a li gundê Sûse) ku jê re tê gotin 'gundê Hizbullahê' ye. Wê demê 7 kes ji stargehê direvin û xelas dibin. Malbata bi hêviya ku Zekî jî di nava wan de ye keyf xweş dibe. Lê li gel ku 29 sal derbas bûn jî, derbarê aqûbeta Zekî Akyildiz de tu agahiyek nehat bi dest xistin û hîna jî aqûbeta wî nayê zanîn."