Dayikên Şemiyê li aqûbeta Uzeyîr Kûrt ê winda pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Uzeyîr Kûrt pirsîn. Uzeyîr Kûrt 29 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû ‘windakirin.’

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 920'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta bavê 7 zarokan Uzeyîr Kûrt hate pirsîn. Uzeyîr Kûrt di 25'ê Mijdara 1993'an de di serdegirtina gundê Bîrikê yê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat destgîrkirin û careke din xeber jê nehat stendin. Daxuyanî ji aliyê Komîsyona Têkoşîna Dijî Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Masîde Ocak ve hat dayîn.

Ocak da zanîn ku wê rojaê di serdegirtina gund de Uzeyîr Kûrt û 13 gundî hatin destgîrkirin û got “Uzeyîr Kûrt ji ber domandina operasyonê 2 rojan ji aliyê leşker û cerdevanan ve li mala xizmê xwe hatiye ragirtin û di 25'ê Mijdarê de dayika wî Koçerî Kûrt jî cixare, gore û sako ji bo lawê xwe biriye wê malê. Ocak diyar kir ku ji bilî Kûrt di 26ê Mijdarê de gundiyên din hatine berdan û ji wê rojê heta niha agahî ji Uzeyîr Kûrt nayê girtin.”

Ocak anî ziman ku Koçerî Kurd di 30'ê Mijdara 1993'an de serî li Serdozgerê Komarê yê Bismilê Ridvan Yildirim daye û xwestiye lawê wê li ku tê ragirtin bê lêkolînkirin û wiha got: "Dozger jê re gotiye ‘îhtîmal heye ku kurê wê ji aliyê terorîstan hatiye destgîrkirin û revandin’ heye. Koçerî Kurt ku li Bismilê tiştek bi dest nexist, di 14'ê Kanûna 1993'yan de serî li Serdozgeriya DGM’ê ya Amedê da. Li wir jî hat bersivandin ku tu qeyda destgîrkirinê ya Uzeyîr Kûrt tune ye. Di 21'ê Adara 1994'an de Serdozgerê Komarê yê Bismilê bi hinceta ‘sûc ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin’ biryara neşopandinê dide. Lê belê, ne jendirme û ne jî dozgeriyê ji bo ku vê texmînê bipejirînin, daneyên berbiçav dernexistin. Malbata Kûrt ku ji serlêdanên xwe tu encam negirtin, di 11'ê Gulana 1994'an de serî li DMME’yê daye.”

Ocak da zanîn ku piştî serlêdana malbatê ya DMME’yê biryar hatiye dayîn û DMME’yê bûyerê piştrast kiriye û ji ber binpêkirina mafê mirovan Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Ocak diyar kir ku tevî vê biryara DMME’yê jî Serdozgeriya Komarê ya Bismilê di 21’ê Mijdara 2014’an de lêpirsîna ku bi rê ve dibir de biryara neşopandinê daye û Dadgeha Amedê jî îtîraza li dijî biryara dozgeriyê hatiye kirin, red kiriye. Ocak destnîşan kir ku bi kurt û kurmancî 29 sal in di dosyeya Uzeyîr Kurt de înkar û bêcezatiyê berdewam kir û ew daxwaza xwe ya bila aqûbeta Uzeyîr Kurt bê eşkerekirin û lêpirsînek bi bandor derbarê vî sûcî dijmirovî de bê destpêkirin, dubare dikin.