Dayika Sêvê Demîr serdana konê sersaxiyê yê malbata Poyraz kir

Dayika Sêvê Demîr a li Silopiyayê hate qetilkirin, Sakîne Demîr serdana konê sersaxiyê kir ê ji bo Denîz Poyraz hatiye vedan.

Ji bo Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, li taxa Çîmentepe Doga ya navçeya Konakê li pêşiya nûnertiya HDP'ê konê sersaxiyê hate vedan. Dayik û bavê Poyraz Fehîme û Abdulîllha Poyraz, parlamenterên HDP'ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Mûrat Çepnî û endamên partiyê mêvanan pêşwazî dikin.

Endamên Komîsyona Jinê û Malbatê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Fîgen Nazîfe Karahan, Tûgba Donmez, Kîmet Batmaz serdana konê sersaxiyê kirin.

Dayik û bavê endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr a li Silopiyayê hate qetilkirin, Sakîne û Abdulazîz Demîr serdana malbata Poyraz kirin.

'SERKETIN WÊ YA GELÊ KURD BE'

Sakîne Demîr diyar kir ku gelê Kurd hîn jî berdêlan dide û got, "Sêvê, Hevrîn Xelef, Denîz, Pakîze, Fatma û hîn bi hezaran ji wan ên ku navê wan nehatin jimartin hatin qetilkirin. Bi hezaran ketin şûna wan." Demîr diyar kir ku ji bo azadiyê divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike û got, "Gelê Kurd bi hezaran sal e li ber xwe dide, wê berxwedana xwe dewam bike. Ez di wê baweriyê de me ku serketin wê ya gelê me be. Şehîd namirin."

Serdanên ji bo sersaxiyê dewam dikin.