Dayika Rahşan Demîrel: Wê dayikên Kurd dîwarê zilmê hilweşînin!

Dayika Rahşan Demîrelê peyam şand şîna Denîz Poyraz û got “Wê helwesta dayikên Kurd kela zilmê hilweşîne.”

Serdanên şîna malbata Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat qetilkirin, li Taxa Çîmentepe Doga ya li navçeya Konakê didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîsên Bindest (ESP) Şahîn Tumuklu û şandeya pê re û endamên Meclîsa Şaredariya Bornova di nava rojê de, ji bo sersaxiyê çûn şînê.

Di nava rojê de ji bajarên weke Şirnex, Amed, Enqere, Mêrdîn û gelek bajarên din, peyamên serxweşiyê ji bo malbatê hatin şandin.

Malbata Rahşan Demîrel a ku di 21’ê Adara 1992’yan de, li Kadîfekale bedena xwe dabû ber agir jî, ji malbata Poyraz re peyama sersaxiyê şand. Di peyama li ser navê dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrel hat şandin de, wiha hat gotin:  “Li ser bedena Rahşan a ku bibû Newroz, qêrîniya min a ku "em ê li ber xwe bidin" li seranserê welêt deng veda bû. Piştî 30 salan, îro cardin dayikek Kurd li Kadîfekale bi qêrîniya ‘em ê tune nebin’ hemû dilan dilerizîne. Ger dem mîna çemekê biherike jî, dê sekna dayikên Kurd kela zilmê hilweşîne.”