Dayika laçik spî: Heta ez hebim ez ê li mafê xwe bigerim

Dayika laçik spî Aklîme Hanas diyar kir ku ger ku em li dijî qeyûman bêdeng bimînin, çawan ku berî 27 salan qeyûm hate gundê me û gundê me şewitandin, wê sibê qeyûm tayînî mala me jî bikin.

Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li Kurdistanê piştî tayînkirina qeyûman di serî de Amed, Wan û Mêrdînê rê li ber nerazîbûn û bertekên gel vekir. Hema bêje zarok, ciwan, jin û kalepîr zend û bendên xwe badan û li van bajaran daketin kolanan. Di van çalakiyan de herî zêde dayikên laçikspî balê dikêşin ser xwe. Ji van dayikan ji yek jê dayika Aklîme Hanas e ku bi berxwedana xwe bûye sembol û pêşenga çalakvanan. Hanas, di dema greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî di her çalakiyê de cihê xwe digirt û bi dirûşmeya ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ cihê xwe di mejiyê mirovan de girt. Hanas, bi dengê xwe yê xweş û dirûşmeyan li qada çalakiyê deng vedide.

AKLÎME HANAS KÎ YE?

Aklîme Hanas di sala 1962’an de li gundê Karwaz yê Lîcê hatiye dinyayê û tevahiya zarokatiya xwe li Karwazê (Yalaza) derbaz kiriye. Hanas, hîna di temenê xwe yê 15 salî de tê zewicandin û weke bûk diçe gundê Bomintê (Kutlu). Hanas, heta sala 1993’an li Bomintê di nava şert û mercên zehmet yên jiyanê de dijî. Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1993’an de bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Gundê Bomint yê Lîcê jî yek ji van gundan e. Hanas, di sala 1993’an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandibûn û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin. Piştî vê yekê Hanas, neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Sûra Amade bike. Ji wê rojê heta niha Hanas bi malbata xwe re li Sûrê dijî. Hanas dayika şeş zarokan e û niha li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîrê dimîne.

‘JI DERVEYÎ BERXWEDANÊ TU RÊ NÎNE’

Bi dayika laçikspî Aklîme Hanas re ji qada çalakiyê ya ku li ser rêya Lîseyê pêk tê û heta mala wê ya li Şehîtlikê em bi hev re meşiyan. Wê ji bo me qala çîroka xwe kir û min jî axaftinên wê li cem xwe nivîsand. Dayika Aklîme, li min nêrî û got, “Ez qurbana çavên te bibim kurê min, ne lênûsk, ne jî kamera û ne jî ‘bîlgîseyar’ têr dike ku tu êş û kulên min binivîsî.” Dayika Aklîme wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kurê min 20 salan dibistanên sîstemê xwend û ked da, lê belê heqê kurê min nehat dayîn. Kurê min sê zanîngeh qedand û nehat tayînkirin û herî dawîn xwe kuşt. Kurê min 27 salî bû. Êşa min zêde ye. Ez bibim qurbana dayikên bi êş û dilê wan dişewite. Ez çi bibêjim û çi nenebêjim? Dewletê 497 sal ceza li kurê birê min birî. Gelo mirovek dikare 497 salan bijî? Bedenên qîz û xortên me tên teşhîrkirin. Her roj ciwanên me tên qetilkirin. Ev êş, hêzê dide min û dikim ku tevlî çalakiyan bibim. Her ku vê êşê dibînim li hemberî van xedar dibim. Ji xwe em koçber bûne, şewitîne û heliyane ji vir û pê de tiştek em bikin tuneye, ji derveyî berxwedanê.”

‘EZ ÎRADEYA XWE DIXWAZIM’

Hanas anî ziman ku piştî bihîst, qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin di danê sibehê berê xwe da li ber avahiya şaredariyê û wiha pê de çû: “Li hemberî biryarê ez bi hêrs im. Çima maf û heqê me tê desteserkirin? Dema hilbijartinê em bi keda xwe, hevşaredarên xwe dihilbijêrin. Ez bi vî temenê xwe yê mezin kolan bi kolan û navçe bi navçe geriyam û min xebat meşand. Niha jî qeyûm hatiye li ser keda me rûniştiye. Min dengê xwe neda qeyûm, min dengê xwe daye xwe. Gel qeyûm naxwaze. Ji ber ku gel bi dengê xwe îradeya xwe nîşan daye, îradeya xwe dixwaze. Ez îradeya xwe dixwazin.”

‘EZ Ê LI MAFÊ XWE BIGERIM’

Hanas da zanîn ku qeyûm weke berê bi bendan û dîwaran dor li şaredariyê girtiye û ev tişt got: “Di nava 5 mehên dawîn de gelê Amedê xizmet dît û deriyê şaredariyê ji gel re hate vekirin. Di demê HDP’ê de şaredarî ya gel bû. Niha şaredarî hatiye dorpêçkirin û mirov nikare bendan derbas bike û biçe şaredariyê. Em heta kengî bêdeng bimînin. Ger ku em li dijî qeyûman bêdeng bimînin, wê sibê qeyûm tayînî mala me jî bikin. Kezeba min dişewite. Ez ji bo mafê xwe li vir im. Ez ê heta dawî li mafê xwe bigerim. Ez di rêya heq de dimeşim. Ez ne diz im, Min heqê kesî desteser nekiriye. Lê yên heqê min desteser bikin jî ez ê heta dawî li mafê xwe bigerim. Divê tu kes li dijî desteserkirin û diziyê bêdeng nemîne."

‘BI ERDÊ RE EM HATIN KAŞKIRIN’

Ji dayikên laçik spî yên berî çend rojan li ber avahiya AKP’a Amedê bi îşkenceyê hatibûn destgîrkirin, Hanas jî hebû û wiha qala êrîşa polîsan kir: “Em 11 dayikên laçikspî berî çend rojan çûn li ber derê avahiya AKP’ê û li wir ji bo aştiyê me xwest em rûnin. Çawan ku em gihan li ber derê avahiyê, polîsan dor li me girt û êrîşî me kir. Polîsan em bi erdê re kaşkirin û em destgîrkirin. Polîsan li ber avahiyê û di hundirê maşîneyê de îşkence li me kirin. Çêr li me kirin, me şerm kir. Lê wan şerm nekir. Piştî ku em destgîrkirin û birin nexweşxaneya leşkerî me jî bijîşk re got, em hatine derb kirin jî bijîşk rapor neda me. Li ser gotina derb kirine. Bijîşk ji min re got, ka birîna te heye xwîn ji canê te tê? Min bi awayek hêrs li çavê bijîşk nêrî û ji wî re got, ma ez çûme operasyona leşkerî ku gule li min ketiye û birîndar bûme ku xwîn ji canê min bê? Bijîşk li min nêrî û tinazên xwe li me kir. 5 saetan em destgîrkirî man û polîsan heqaret li me kirin.”

‘DEWLET NIKARE XWE JI GUNEHÊN XWE RIZGAR BIKE’

Hanas destnîşan kir ku dewlet HDP’ê hedef nîşan dide û got: “Lê bi vî şeklî nikare xwe ji gunehên xwe rizgar bike. Dewlet bi xwe jî dizane ku muxatap ev bi xwe ye. Li bajarên din malbat kom kirine û anîne li ber avahiya HDP’ê. HDP’ê wê çi bike? Nahêlin ku HDP li meclîsê siyasetê bike. Der barê her gotinê HDP’ê de lêpirsin tê vekirin û hedef tên nîşandan. Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin HDP’ê çû meclîsê lê nahêlin ku pirsgirêk bê çareserkirin. Kesên ku nahêlin pirsgirêk çareser bibe îktîdara AKP û MHP’ê ye. Kê û kî dixapînin? Kesek nikare me bixapîne. Em li pey doza xwe û mafên xwe ne. Heta ez hebim ez ê li mafê xwe bigerim.”