Dayika Meryem Kara wefat kir

Dayika Meryem Tahir Silêman Kara ya 86 salî li Mexmûrê duh rehmet kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dayika Meryem Kara ya 86 salî duh rehmet kir.

Dayika Meryem Kara ya ji gundê Hîlal a navçeya Qilaban a Şirnexê hatiye dinê di 86 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê ku demek bû dihate dermankirin duh di saetên nîvroyê de rehmet kir.

Dayika Kara yek ji dayikên ku salên 90 jî ber zilm û zordariya dewleta Tirk û piştî şewitandina gundan li gel malbata xwe koçber bûyî, herî dawî li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bicih bûbûn.

Dayika Kara berî bi deh rojan rewşa wê giran bû û duh di saetên nîvroyê de rehmet kir.