Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da

Li Rihayê Dayika Aştiyê Bedriye Demîrê jiyana xwe ji dest da.

Ji Dayikên Aştiyê yên Rihayê Bedriye Demîr (65) ku ji ber sermagirtinê ew rakiribûn nexweşxaneyê, li vir ji ber ku pişika wê enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Demîr tevî Dayikên Aştiyê ji salên 1990'î ve ji bo bidawîbûna şer û ji boa ştiyê têdikoşiya.

Tê payin kur cenazeyê Demîrê ku di heman demê de rêvebere HDP'a Rihayê bû jî, sibê bê veşartin.