Dayika Şenyaşar banga alîkariyê ji parêzeran xwest

Emîne Şenyaşar a berxwedana xwe didomîne, banga destekê ji hemû parêzeran xwest.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 190’emîn de didome. Di saetên serê sibê de Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin “Li Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin rûniştin û bi dowîza “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobedê kirin.

Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe ya 190’emîn de bang li parêzeran kir. Şenyaşar diyar kir ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde dibin û wiha got: “Divê ez emeliyat bibim lê heta daxwazên me neyên qebûl kirin ez emeliyat nabim. Li Tirkiyeyê çend parêzer hebin bila werin çareseriyekê bibînin. Em êdî nikarin li malê rûnin, êdî em nikarin li vir jî rûnin. Bila hemû parêzer werin gel hev û ji me re rêyekê bibînin. Ev êdi nikare wisa berdewam bike.”

Şenyaşar bi lêv kir ku heke daxwazên wê bi cih werin dê biçe mala xwe û wiha axivî: “3 sal in kurê min girtî ye, di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez bang li hemû parêzeran dikim ku ji bo daxwazên me werin pêşwazî kirin, bila werin bi me re li pêş edliyeyê rûnin. Kesên zarokên min qetilkirin bila werin cezakirin. Dozê li min vedikin, kurê min li girtîgehê ez li vir dirizim. Girtina kurê min têra wan nake niha jî dixwazin min bigirin. Vê yekê dawî bikin.”

Malbatê di hesabê xwe yê medya dijîatl de jî ev peyam parve kir: “Em bi fikari in lê em baweriya xwe ya bi ‘edaletê’ winda nakin. Cotstandardiya ku li Edliyeya Rihayê tê kirin dizanin parastine. Parêzer ne herkes in. Divê ji vê zilmê re bêdeng nemînin.”