Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin

Dayik Fehîme Poyraz ku di doza Denîz Poyrazê de axivî, bertek nîşanî helwesta kujer Onûr Gencer da û got: "Terorîst ew e. Pişta xwe disipêre kê û wisa bi rihetî xeber dide? Pêşî divê kesên ew perwerde kirine bên cezakirin."

Danişîna doza Denîz Poyrazê ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya HDP'a Îzmîrê ji hêla Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê didome. Piştî parastina kujer Gencer, malbata Poyraz, parêzerên malbatê û HDP'î axivîn.

Parêzer malbata Poyrazê Turkan Agaç Aslan, xwest pirsên ji kujer Gencer tên pirsîn di celseyeke din de bên pirsîn. Aslan destnîşan kir ku lêpirsîna kujer baş nehatiye kirin û dixwazin pirsên xwe di celseyeke din ji kujer bipirsin. Aslan ragihand ku heyeta dadgehê pirsên krtîk ji kujer nekirine û got: "Em dixwazin di celseya bê de, mafê xwe yê pirsan bi kar bînin. Pirsên me yên têkildarî zelalkirina bûyerê de hene."

Aslan, ji heyeta dadgehê re got ew dixwazin pirsên xwe wekî lîsteyekê berpêş bikin.

Her wiha Aslan destnîşan kir ku deriyê piştî heyeta dadgehê li ser piştê ye û yên li wir polîs in û dixwazin bandorê li Gencer bikin.

Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê mafê gotinê da malbata Denîz Poyrazê.

 ‘EM DIXWAZIN BÊ CEZAKIRIN‘

Bav Abdullîllah Poyraz, parastina xwe bi Kurdî kir. Poyraz pêşî malavayiya hemû kesên tevlî danişînê bûne kir.

Bav Poyraz got: "Ev kes li ber çavê min ji DAIŞ'iyan xirabtir e. Ev kujerek e. Heqekî wî tune ye dest bide jinekê jî. Ji dêvla Denîzê dêya wî, xwişka wî bûna, dê çi bifikiriyana? Divê tiştên kirine bîne ber çavê xwe. Tenê ne ji bo Denîzê, ji bo hemû jinan doza edaletê dikim. Ev kujer çûye Minbicê û ji wir hatiye. Li wir perwerde bûye û Denîzê şehîd xist. Denîz, şehîda me hemûyan e. Ev kujer gava daket jêrê polîsan jê pirsî, 'keko navê te çi ye?' Xwezî wan polîsan gava em çûn dozgeriyê ji me bipirsiyana û bigotana 'kî keça we kuşt?' Polîsên li ber derî alîkariya kujer kirin. Ez dixwazim ev polîs bên tespîtkirin. Dixwazim bê cezakirin."

‘EM EHLÊ AŞTIYÊ NE‘

Paşê dayik Fehîme Poyraz axivî. Dayik Poyraz got: "Agir bi kezeba min ket, bila yê kesine din nekve. Xwedê agir berda mala wî kujerî. Ez bi dermanan li ser pêya me. Ez kabûsan dibînim. Pêşî çekê bera çoka keça min dide û bi dû re bi kêrê îşkencê lê dike. Ew terorîst e. Em dibêjin; em xwişk û bira ne. Em ehlê aştiyê ne. Em ê dev ji doza xwe bernedin. Em şer naxwazin. Bila dayik negirîn, bila dilê bavan neşewite. Mirov çawa keseke bê parastin dikuje? Ew qasî rihet xeber dide, dibêje 'kela dilê min rihet nekir.' Dilê min ew qas diêşe... Ewilî divê kesên ew perwerde kirinb ên cezakirin. Tahdeya keça min negihaye gêrikekê jî. Min birînên wê dîtin. Ew di hemû wêneyên xwe de dikeniya. Hê jî dikene. Ger mirov bûna, dê li cem malatekê bûna. Ez heq û hiqûqê ji gelê xwe re dihêlim. Em hemû Denîz in. Ên li vê hêwanê hemû Denîz in. Bila bê zanîn. Xwe disipêre kê ku ev qasî rihet diaxive? Bila heq û hiqûq pêk bê. Ez doza heq û hiqûqê dikim."

Piştî axaftina dayik Poyrazê yên li hêwanê li çepikan xistin.

XWIŞK Û BIRA JÎ GILÎ KIRIN

Suleyman Poyraz birayê Denîz Poyrazê yê girtî jî tevli danişînê bû û got: "Ev kujerê li ber çavê me, nesîb ji mirovahiyê negirtiye. Kesê nesîb ji mirovahiyê girtibe qetlîamek wiha nake. Bi awayekî alçax xwişka min Denîzê, hevrêya min kuşt. Ez xwişka xwe Denîzê ya şehîd ket bi rêz bibîr tînim."

Heyeta dadgehê li ber van gotinên Poyraz rabû û got, usûlek wiha tine ye.

Poyraz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev komkujî bi destê kesekî tenê nehatiye kirin û got: "Li pişt vê hêzeke kûr heye. Ez dixwazim ev kes bên eşkerekirin. Ez dixwazim têkiliyên wî yên bi SADAT'ê re bên vekolandin. Ev bi destê dewleta tarî hatiye kirin. Ji ber ku her roj HDP'ê etrorîze dikin, rewş hat vê astê. Serî digihê kê bila bigihê, divê baş bê vekolandin û kesên ferman dane û tetikkêşî kirine bi awayekî giran bên cezakirin."

Xwişk Rahşan Poyraz jî got: "Bi zorê bêhnê distînim. Nikarim bêdeng bimînim." Poyraz bang li kujer Gencer kir û got: "Wer ez li vira me, ez Denîz im."

Bira Îbrahîm Poyraz ê girtî jî tevli danişînê bû. Poyraz hemû kesên tevli danilşînê bûn silav kirin û xwest kujer bê cezakirin.

Paşê Hevserokê HDP'a Îzmîrê Abdulkadîr Baydûr jî axivî. Baydûr, behsa tiştên wê rojê qewimîn kirin û got, kujer Gencer ji bo komkujiyekê hatiye avahiya partiyê.

Rêvebirê HDP'a Îzmîrê Ramazan Efendîogûllari jî tiştên roja bûyerê hatine serê wî gotin. Efendîogûllari ragihand ku wî û Denîz Poyrazê çay çêkirine û bi hev re vexwarine û got: "Paşê ez çûm balafirgehê. Deriyê avahiyê vekirîbû yan kujer ew vekiriye nizanim. Ez dixwazim ew jî bê vekolandin. Bi telefonê ji me re gotin avêtin ser avahiya partiyê."

Danişîn bi îfadeyên şahidên din didome.