Dayik Poyraz: Ez ê ji bo keça xwe negirîm, ez serbilind im

Dayika Denîz Poyraz a ku doh li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîme Poyraz di serdanên sersaxiyê de got, "Ez ê ji bo keça xwe negirîm. Ez serbilind im."

Li mala Denîz Poyraz a li taxa Baglikûyû ya navçeya Konak a Îzmîrê, serdanên sersaxiyê têne kirin.

Malbata Poyraz piştî karê otopsiyê çû malê û kesên hatin sersaxiyê pêşwazî kir.

Dayik Fehîme Poyraz ku heman piştî komkujiyê çû ber avahiya bajêr û ji bo keça xwe got, "Denîzek çû, wê bi hezaran Denîz bê", bi biryardarî, bi xurtî li ser piyan ma. Dayik Poyraz got, "Bi salane em di nava vê têkoşînê de ne. Ma keça min ji yên din hêjatir e? Ez ê ji bo keça xwe negirîm. Ez dayika şehîd im, nagirîm. Serê min bilind e."

Mirovên hatin serdana sersaxiyê jî gotin, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin." Li serdana sersaxiyê tim û tim dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn.