Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin

Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  Rezan Sarica, Nevroz Ûysal û Sînan Zîncîr ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana 771’an ji aliyê serdozgeriyê ve hate redkidin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve serlêdanên parêzeran yên ji bo hevdîtinê bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’ , ‘koster xerabeye’ , ‘koster li temîrê ye’ û ‘Rewşa Awarte’ tê redkirin.