Daxuyaniyên Trûmp pêşiya qirkirina etnîkî vedike

Rêveberiya Xweser bibîr xist ku dewleta Tirk bi binpêkirina agirbestê re sivîlan qetil dike, diyar kir ku daxuyaniyên Trûmp a agirbest bi serketî dewam dike, pêşiya qirkirina etnîkî ya dewleta Tirk dike armanc vedike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî peymana agirbestê ya bi navbeyenkariya DYE’yê ya li gel Tirkiyeyê pêk hatî, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di sê rojên agirbestê de ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û dewleta Tirk de bi navbeynkariya Emerîkayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser hêzên me ranewestî. 25 şervan şehîd bûn û 17 din jî birîndar bûn. Tevî wê ji hovantirîn komkujiyan di derheqê sivîlan de li bajarê Serêkaniyê pêk anîn. Di encama topbaran hovane de di dema agirbestê de 17 kes şehîd bûn. Her wiha bi dehan cenazeyên şehîdan di bin enqazan de hatin eşkere kirin. Tevî wê jî di encama bi karanîna çekên qedexekirî de mîna fosforê spî gelek rewşên şewatê di nav bajêr de hene.

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirina agirbestê didomîne û hewl dide hêzên xwe yên leşkerî derbasî bajêr bike.

Li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker derbasî bûye sûcên infazkirina sivîlan tevî revandin, şantajkirin û talakirinê pêk tîne.

Diyar e ku bûyerên li Efrînê rû didin li herêmê dubare dibin. Ev tişt li ber çavên DYE`yê rû didin tevî ku berpirsa agirbestê ye û hêza misogerkerê her du aliyan e.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek gel em li hember daxuyaniyên serokê Emerîkayê matmayî dimînin. Serok Trûmp dibêje agirbest serkeftî derbas dibe û aliyê Tirk bendên wê tîne cih. Lê em teqez dikin ku dewleta Tirk a dagirker lihevkirin binpê dike.

Daxuyaniya dawî ya serokê Emerîkayê Trûmp a ku Kurd li herêmên nû hatine bi cihkirin, rê li pêşiya qirkirina etnîkî ya ku Tirk  dike armanc, vedike. Ji ber ku sivîlên ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gundên wê koçber bûne divê bi dabînên navdewletî vegerin warê xwe û ev herêmê di bin parastina navdewletî de be. Yan jî Tirkiyê  wê gelê herêm qir bike. Divê Emerîka li gorî berpirsariyê be.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li aliyê Tirk bike ku pêwîste hêzên xwe ji herêmên ku dagir kirine bikşîne. Em bang li civaka navdewletî dikin ku hêzên navneteweyî bişîne ji bo ku sivîlan ji tevahiya cureyên binpêkirinan biparêzin. Ji ber ku dewleta çekên qedexekirî li dijî gelê me bi kar tîne, nikare çavdêriya wê herêmê bike.

Em banga avakirina komîteyek lezgîn dikin ku bikaranîna çekên qedexekirî û sûcên infazkirina sivîlan lêpirsînekê veke.”