Danişîna parêzerên Ocalan dest pê kir

Danişîna pêşî ya doza li ser parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî vekirin dest pê kir.

Danişîna pêşî ya doza parêzerên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengiz Yureklî, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçuoklu bi hinceta 'endamên rêxistinê ne' hatî vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 33'an a Stenbolê ya li Çaglayê dest pê kir. Parêzerên Ocalan û Hevseroka Komeleyên Hiqûqnasên Azadiyê (OHD( Îlknûr Alcan jî li danişînê hazir bû.

Parêzerê mudafî Ercan Kanar diyar kir hevpîşeyên wî karê xwe kirine û doza ku hatî vekirin ne hiqûqî ye.

Ji parêzerên Alî Maden Ibrahîm Bîlmez diyar kir hevdîtinên bi Ocalan re bi agahiya dewletê ne, ev hevdîtin nabin sûc û darizandin ne hiqûqî ye.

Ji parêzerên Cengiz Yureklî li ser gotina, 'xwedêgiravî parêzer'' helwest nîşan da û ji dozê re ''komplo û kemîn''.

Yureklî diyar kir ku ew î qet Ocalan nedîtiye û got, ''Ya ku divê nîqaşa wê were kirin ev e. Tişta dî ku weke sûc derketî pêş ew e ku Imralî şibandine Girtîgeha Guatemalayê. Ev gotin ji ber ku rejîma hiqûqê û tiştên ku li wir têne kirin pir dişibiyê ev şibandin hatiye kirin.''

Yureklî her wiha diyar ew nikarin miwekîlê xwe bibînin û ev tecrîd e.

Parêzerê mudafî Ozgur Erol jî got polîsê bi navê Omer Kose ku destûra lêpirsînê xwetiye ji FETO ceza xwariye, dozger Amed Ozcan ku lêpirsînê rê ve dibir ji ber eynî lêpirsînan ji peywirê hatiye sand, lêpirsîn kevn e lê kirine dozeke nû.