'Dagirkirina Başûrê Kurdistanê komployeke dîrokî ye'

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Leyla Agirî anî ziman, ku dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji ber konsepta navneteweyî ya hêzên hegemon û kapîtalîst e.

Endama Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Leyla Agirî rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê nirxand û wiha got: "Dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya bi destê Heşdî Şebî, bûyereke dilbiêş e ji bo me. Di sedsala 21`an de şêwaza têkoşînê hatiye guhertin. Bêguman taybetmendiyên şer û nakokiya sedsala 21'ê jî hene. Ji aliyê Dewletên Navneteweyî ve Rojhilata Navîn li ser bingeheke nû tê avakiin. Îro Rojhilata Navîn tê dîzaynkirin. Ji bo vê jî şerekî germ yê NATO'yê li herêmê tê jiyîn." 

Agirî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di vê dîzaynkirinê de nakokî û îtîfaqên demkurt jî mijara gotinê ne û wiha got: "Di vî şerî de hêzên hegemonîk û kapîtalîst li gorî berjewendîyên xwe tevdigerin û yên herêmî jî wisa. Mehekê li hev dikin, meheke din li hemberî hev radibin. Rojane siyaseta herêmê tê guhertin. Ji ber ku hevseng xirab dibe û kî bi hêz be, vê hevsengiya bi hêz bi rê ve dibe û bi hêz dibe."

'KURDAN XWEST ÇARENÛSA XWE TAYÎN BIKIN'

Leyla Agirî rewşa Kurdan a di sedsala 20'emîn de jî bi bîr xist û got, “Kurdan di sedsala 20'emîn de xwestin ku çarenûsa xwe bi xwe tayîn bikin, mafê xwe yê gerdûnî û mirovî bi dest bixin, lê mixabin di vê sedsalê de jî bêrêxistin, bêrêveber, û bênasnameya îdolojîk bûn. Kurd di vê sedsalê de di warê zanistî, rêxistinî û hevgirtinê de astengiyên mezin jiyan. Amerîka, Israîl û Îngilistanê dîsa xwe kirin yek û planên xwe yê qirêj derxistin holê."

 ÇARESERIYA BINGEHÎN LIHEVKIRINA KURDAN BÛ!

Agirî bal kişand ser girîngiya PKK'ê û wiha dirêjî da axaftina xwe "Dîroka PKK’ê, felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwest ku îxaneta nava Kurdan bide sekinandin û civaka azad, Kurdên azad, çand û felsefeyeke nû pêş bixe. Ji bo vê jî PKK di dîroka Kurdan de mîladeke nû ye. PKK di sedsala 21'emîn de ji nasname û rêxistinê re pêşengtî kir."

REFERANDÛM LÎSTIKEKE DERVE BÛ!

Agirî referandûma Başûrê Kurdistanê jî nirxand û got: "Li ser mijara referandûmê PKK'ê û hemû rêxistinên siyasî û civakî yên Kurd jî dan diyarkirin ku ev pêkanîneke bêwext bû. Ji ber ku li Başûr partiyên siyasî nehatibûn gel hev, nêrîneke hevbeş û hevgirtina wan nebû. Me Serokê PDK'ê Mesût Barzanî jî hişyar kir. Lê li van nêrînan guhdar nekirin û ev pirsgirêk jinedîtî ve hatin." 

Agirî got ku referandûm lîstikeke derve bû û wiha ev şîrove kir: "Ew referandûm sozdayîneke Îsraîl û Amerîka bû. Bi taybetî rewşa ku niha derdikeve holê mirov dizane ku ev lîstika Îngilîzan bû. Bi referandûmê senaryoyek dan çêkirin û rolek jî dan Mesut Barzanî û wî jî rola xwe baş lîst. Tişta di referendûmê de derket holê û sekna PDK`ê bû bingehê lîstokên mezin."

NETEWEDEWLET LI DIJÎ STATUYA KURDAN IN

Leyla Agirî bi bîr xist ku netewedewletên weke Tirkiye, Îran û Iraqê bi ti şêwazî statuya Kurdan qebûl nakin, li dijî derdikevin û wiha berdewam kir: "Ev dewletên ku bi ti awayî statûya Kurdan qebûl nakin, êrîşî Kurdan dikin û ev êrîşên li dijî Kerkûkê jî mirov dikare bibêje ku konsepta Navneteweyî ye."

 ÇIMA KERKÛK NEPARASTIN?

Agirî bal kişand ser bêhelwestbûna pêşmergeyan jî û wiha got: "Ji bo Kerkûkê divê ku pêşmergeyan helwest û vîneke xurt nîşan bidana. Ewqas pêşmerge, tang û top, balafir tê de hene. Di şerên Başûr de yên herî li ber xwe dan gelê Kerkûkê bû. Her tim di çeperan de li derdora gerîla bûn. Çawa di nava çar saetan de Kerkûk berdan?"

 DESTKEFTIYÊN 2003'YAN BÛ QURBANA BERJEWENDIYÊN TENG

Agirî derfet û destketiyên ku gelê Başûrê Kurdistanê ji sala 2003'yan ve xistibun destê xwe, bi bîr xist û wiha got: "Derfet û destkeftiyên ku gelê Başûrê Kurdistanê ji 2003'yan ve xistibun destên xwe ji bo berjewendî û ji bo desthilatdariya hîzbî hatin windakirin. Başûr û şehîdên Başûr ev encam heq nekiribûn. Wê ev gel û şehîd ji berpirsyaran hesab bixwazin. Pirsgirêka Kerkûkê ne mesela yek û du partiyan e, konsepteke navneteweyî ye." 

DIVE KURD BI LEZGÎNÎ REWŞA XWE BINIRXÎNIN! 

Agirî diyar kir ku divê di demeke kurt de partiyên Kurd hemû werin gel hev û vê rewşê binirxînin, siyaseteke hevbeş pêk bînin û axaftina xwe wiha domand: "Ger em wisa nekin em ê statuya Kurdan bixin xetereyê. Plan û lîstikên mezin li ser Kurdan hene. Ji bo vê jî yekîtîya Kurdan divê pêk bê, Kurd biryarên hevbeş bigirin û hev biparêzin. Dem vî tiştî ji me dixwaze û ev erkeke me ya dîrokî ye."
 
KERKÛK BI DIYALOGA SIYASÎ ÇARESER DIBE!

Agirî bal kişand ser rewşa Kerkûkê ya taybet û wiha anî ziman: "Kerkûk divê bi diyalogê were çareserkirin. Li wir Kurd, Tirkmen, Suryan û Ereb hene. Kerkûk bajarê gelek baweriyan û olan e. Pêwîst e gelên Kerkûkê biryar bidin ku xwe bi rê ve bibin û nêrînên gel bên nirxandin. Pêwîstî bi sîstemeke konfederal û sîstemekê demokratîk heye. Ne divê Kurd, ne Tirkmen û ne jî Ereb bidin pêş, divê ku pergaleke hevbeş hebe ya ku karibe van gelan hemû di nava xwe de bipejirîne." 

BIRYARA XWESERIYA ŞENGALÊ DIVÊ WERE QEBÛLKIRIN

Leyla Agirî bal kişand ser dagirkeriya Şengalê jî û wiha got: "Pirsgirêka Kerkûkê tê famkirin, lê ya Şengalê, qet nayê fêmkirin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê dema ku êrîşî Şengalê kirin, tu hêzekê Şengal neparast, ne pêşmerge ne jî dewleta Iraqê. Lê niha dagir dikin. Gelê Şengalê derbarê xwe de biryar daye û xweseriya xwe îlan kiriye. Pêwîst e xweseriya Şengalê bê qebûl kirin û statuya Şengalê were nasîn. Me ewqas bi hezaran bedel û şehîd dan, ewqas tekoşîn da em çima bi paş de gavan biavêjin?"

Agirî bal kişand ser rizgarkirina Reqayê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro Reqa bi felsefeya azadî û paradîgmaya Serok Apo hat rizgarkirin. Lê Kerkûk jî di encama hesabên qirêj ên PDK û YNK'ê de hat firotin. Em bang li gelê xwe, partiyên siyasî yên Kurd dikin ku li vîna xwe xwedî derbikevin. Em jî weke jinên Kurd em ê ji bo berjewendiyên gelê Kurd heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê xeta siyaseta demokratîk û îradeya xwe deynin hole. Ji her demê zêdetir ev bar li ser milên me ye û divê ku em lîstik û planên heyî vala derxînin."