Dagirkeran malên sivîlan ên li Menaxê dan ber agir

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe agir berdan malên sivîlan ên li gundê Menaxê yê Til Temirê.

Dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe yên li dijî mirovahiyê dewam dikin, tevî çeteyên xwe vê carê agir berdan malên sivîlan.

Dagirkeran doh êvarê agir berdan malên sivîlan ên li gundê Menaxê yê Til Temirê.

Li gundê Rebîatê yê Zirganê jî ji ber êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê şewat bi zeviyan ket û şêniyên herêmê tevî arkujan şewat vemirandin.