Dagirkeran li Serêkaniyê 2 jinên Ereb qetil kirin-NÛ BÛ

Çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê du jinên Ereb ku ji malên xwe derneketin qetil kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weke li Efrînê bi armanca guhertina demografiya Girê Spî û Serêkaniyê zext, êşkence û komkujî yên li dijî Kurd û gelê herêmê didomînin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine gritin çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker, îro danê nîvro çûn li malekî yê gundê Rawiyê û xwestin malê vala bikin.

Çeteyên dagirker Xedîce Ehmed Elmûsa ya 45 salî û Cemîla Ehmed ya 30 salî ku ji mala xwe dernetin, xwestin bi zorê derbixin lê jinan li ber xwe da li ser vê çeteyan herdu jin qetil kir.