Dag: HDP wê encama hilbijartinê diyar bike

Parlamentera HDP'yî ya Amedê Dersim Dag got, partiya wan wê ji her alî ve encama hilbijartinê diyar bike.

Parlamentera HDP'yî ya Amedê Dersim Dag destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji hêzê HDP'ê ditirse û ji bo xwe mayinde bike êrîşê dibe ser HDP'ê. Dag diyar kir ku HDP bi ti awayî serî natewîne, desthilatdariya heyî jî êdî dema xwe tijî kiriye.

Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersim Dag li ser hilbijartinên ku tê payin 14'ê Gulanê bêne lidarxistin ji ANF'ê re axivî.

Dersim Dag anî ziman ku pirsa 'Tirkiye wê bi kîjan sîstemê bê birêvebirin' hem ji bo gel hem jî ji bo partiyên siyasî gelekî girîng e û ragihand, partiyên siyasî yên ku vê rewşê nabînin wê têk biçin. Dag diyar kir, eger bi rengekî rasteqîn nêzîkatî li wan pirsgirêkan neyê nîşandan ku di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de girantir bûn, wê pirsgirêk li pêşiya civakê hîn mezintir bibin û got, "Partiya me vê rastiyê dibîne, li gorî vê yekê nêzî hilbijartinê dibe û xet û alternatîfa siyasî afirandiye. HDP ew partî ye ku ji her alî ve wê encama hilbijartinê diyar bike. Di anketan hemûyan de bi şênberî tê dîtin, namzetê serokkomariyê yê ku HDP piştgiriyê bide wê qezenç bike, yê ku HDP ne li pişt be, wê qezenç neke. Ev rastî li nava civakê tê qebûlkirin."

'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ MEZIN DIBE'

Dersim Dag destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê ji hêza HDP'ê ditirse, lewma bi her awayî êrîşan lê dike û got, "Dixwaze faşîzmê li her beşa civakê belav bike û hegemonya xwe xurt bike. Ji bo vê jî polîtîkayeke faşîst dimeşîne. Hema bibêje hemû hilbijartiyên HDP'ê hatin girtin. Qeyûm li ser şaredariyên Kurdan hatin danîn. Mafê hilbijartinê yê gelê Kurd hate desteserkirin. Kurd ji welatîbûnê hate derxistin. Rojnamevan bi sûcdariyên nehiqûqî hatin destgîrkirin, desthilatdarî hewl dide yek dengî serwer bike. Şer derbasî derveyî sînor dike û dixwaze li Rojava destketiyên Kurdan tune bike. Ji bo Kurdan qir bike derfetên welêt hemûyan pêşkêşî Rûsya, Esad û DYE'yê dike. Ji bo vê jî 'amade' ye. Di girankirina tecrîdê de israr dike. Çi dike bila bike wê berxwedana gelan bi ser bikeve. Hilbijartin ji bo gelan şenseke ku ji vê desthilatdariyê rizgar bibe. Desthilatdarî û hevkarê wê derfetên dewletê hemûyan bi kar tînin jî ji bilî têkbirina vê desthilatdariyê rêyeke din a gelan nîne. Tifaqa Ked û Azadiyê tevî gel têkoşîna azadiyê mezin dike."

Dersim Dag got, hilbijartina ku tê payin di 14'ê Gulanê de bê kirin wê di navbera siyaseta bi rûmet a HDP-Tifaqa wê û nûnerên mejiyê riziyayî de pêk were û wiha dewam kir, "Encama hilbijartinê wê ji aliyê jin û ciwanan ve bê diyarkirin. Ev hilbijartin li hemberî hilweşîna ku AKP-MHP'ê li Kurdistanê kiriye bibe hilbijartina hesabpirsînê. Ber bi hilbijartinê ve li hemberî amûrên zordariyê yên desthilatdariyê alternatîfên me hene. Gel bêalternatîf nîne. Em dixwazin Kurdistan û Tirkiyeyê azad bikin û bikin cografyayekê ku jiyan lê dibe. Em azadî û wekheviyê dixwazin, ji bo vê têdikoşin. Çi dibe bila bibe em ê serî li ber desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê netewînin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin."