Dadgehên dagirker dîsa ceza li Hevşaredarên DBP'yî birîn

Dadgeha Tirk a dagirker 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevşaredarê DBP'yê yê navçeya Sêrê ya Wanê Abdulkadîr Çalişkan birî.

Hevşaredarê DBP'ê yê navçeya Sêrê ya Wanê Abdulkadîr Çalişkan jî di nav de 10 kesên ku ev du sal in girtî ne, derxistin pêşberî 5. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê. 

Dadgeha Tirk bi hinceta ku Çalişkan 'endamê rêxistinê' ye 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî. Her wiha ji Baran Çalişkan, ê ku bi 'alîkarîdayîna rêxistinê' tê sûcdarkirin 4 sal û 2 meh, Fulya Şen, Mehmet Dundar û Ekrem Yucel re jî 15 roj cezayê girtîgeh li wan hate birîn. Mehmet Zakir Denîz, Faysal Elter, Necla Yaman, Zafer Keleş û Şadiye Uçak jî beraat kirin.