Dadgehê pirtûka bi navê ‘Strana Xakê’ qedexe kir

Dadgeha ceza ya sulhê ya Qersê pirtûka bi navê ‘Strana Xakê’ qedexe kir.

Dadgeha ceza ya sulhê ya Qersê romana bi navê ‘Strana Xakê’ ya Rojbîn Perîşan ku di çapxenaya Aram de hatiye çapkirin qedexe kir.

Pirtûka ku ji girtiyê bi navê Savaş Sonmez ê ku li girtîgeha tîpa T ya Qersê dimîne hatibû şandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê hate desteserkirin. Piştî ku dest danînê, bi îddîaya ku dibe “di çarçoveya PKK/KCK”ê de were darizandin ji bo lêkolînê radestî rêveberiya ewlekariyê ya Qersê kirin.

Piştî lêkolînê, dadgehê pirtûk qedexe kir.

BEHSA ÊRÎŞÊN LI CIZÎRÊ DIKE

Rojbîn Perîşan ku qala pêvajoya êrîşên qirker yên li navçeya Cizîr a girêdayî Şirnexê dike, hê jî li girtîgeha sergirtî ya jinan a Gebzeyê girtiye.