Dadgehê cezaya salek girtîgehê ya Yuksekdag erê kir

Cezaya salekê ya ji hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag re hatî dayin ji aliyê dadgehê we hat erêkirin.

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ku dîl hatiye girtin, ji ber axaftin û tevlêbûna wê ya meşa ku di 15’ê Sibata 2015’an de li Saraçhane ya Stenbolê bi boneya salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, salek cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev ceza ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin

Di doza ku li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Çaglayanê bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye", "dijberiya qanûna hejmar 2911 ya derbarê xwepêşandan û meşan de" û "pesnê sûc û sûcdar daye" hat vekirin de, di 11'ê Nîsana 2017'an de bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" ceza li Yuksekdag hate birîn.

Yuksekdag ji îdiayên din hat beraatkirin.

Parêzerên Yuksekdag nerazîbûn nîşanî cezayê girtîgehê dan.