Dadgeha Tirk qebûl nekir komkujê nîjatperest Keleş were girtin

Dadgeha Tirk qebûl nekir ku Alî Keleş ê nîjatperest ku Malbata Dedeoglu qelandî, were girtin.

Dadgeha Tirk a Cezayê Sulhê ya Konyayê daxwaza parêzerê malbata Dedeogullari, Abdurrahman Karabulut ku xestibû Alî Keleş were girtin, red kir. 
 
Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê tîrmehê de 7 ferdên malbata Dedeogullari di êrişek nijadperest de hatibûn kuştin. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut xwest ku Alî Keleş ê di nava gumanbaran de ye were girtin. Karabulut dibêje di êrişa ewil a di 12’ê gulanê de li hember malbatê pêk hatiye, pişt re Alî Keleş koma WahatsAppê ava kiriye û têde gotiye ku “tiştên xerab biqewimin” û lewma daxwaza girtina wî kiriye. 
 
Dadgeha Cezayê Sulhê ya Konyayê daxwaza parêzer nirxand û xwestina ji bo girtina Alî Keleş red kir. Karabulut da zanîn ku wî îtîrazî dadgehek bilindtir kiriye û dê îtîrazî biryara redê ya dadgehê bikin.