Dadgeha Munchenê cezayekî sosret li aktîvîsta Kurd birî

Dadgeha Munchenê, ji ber ku wêneyê Ocalan di dema protestokirina tecrîdê de bilind kir, 1200 Euro cezayê pere li aktîvîsta Kurd Zubeyde Akmeşe birî. Akmeşe jî diyar kir ku wê her tim daxwaza azadiya Ocalan bike.

Li Eyaleta Bavyerayê ku li ser rêya 'bûyîna dewleta polîsan e', bi hinceta alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewl tê dayin ku aktîvîstên piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya Kurd bên krîmînalîzekirin.

Li ser lêpirsînên polîs û dozgeran, dadgehên li eyaletê cezayan dibirin. Dadgeha Îdareyê ya Munchenê, di doza ku ji ber hildana wêneyê Ocalan li aktîvîsta Kurd Zubeyde Akmeşe hatibû vekirin, biryar da.

Dadgehê îdîa kir ku Akmeşe 'sembolên bê destûr' vekiriye û bi vî rengî qanûna xwepêşandanan binpê kiriye. Dadgehê bi 80 rojî cezayê pereyan li Akmeşe birî ku wê rojane 15 Euro bide. Akmeşe bi dayina 1200 Euro hate mehkûmkirin. Akmeşe diyar kir, wê ceza nede û serî li dadgeheke asta bilind bide.

'EZ Ê TIMÎ DAXWAZA AZADIYA OCALAN BIKIM'

Akmeşe biryara dadgehê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, ew ji ber zextên dewleta Tirk neçar maye cih û warê xwe biterikîne û ji ber ku ji mafên mirovan ên li Elmanyayê piştrast bûye, li Elmanyayê bi cih bûye.

Akmeşe got, "Lê belê astengiyên li vê derê yên li ber azadiya fikir, ez matmayî hişt. Ji bo bidawîbûna şerê 40 salan ê li Kurdistanê ez daxwaza azadiya Ocalan dikim. Her wiha tecrîda li girtîgehan li dijî mafên mirovan e. Ji bo balê bikişînim ser van hemûyan min wêneyê Ocalan hilda. Di çalakiyê de min tiştekî ku bi şîdetê bê binavkirin nekir. Min wêneyê lîderekî ku li girtîgehê di nava şert û mercên giran de tê hiştin, hilda. Biryara dadgehê min natirsîne û wê min ji nêrînên min venegerîne. Mîna beriya niha, ji niha û pê ve jî ez ê dirûşmên xwe yên ji bo aştî û diyalogê biqîrim. Yek ji van dirûşman jî wê bi vî rengî be; 'Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re'."

SCHREIBER WÊ JI BER HILDANA ALA YPG'Ê BÊ DARIZANDIN

Di vê navberê de, serokê herêmî yê Baskê Ciwanên Sosyalîst-Die Falken Nico Schreiber, wê ji ber hildana ala YPG'ê 27'ê Gulanê li dadgeha îdareyê ya bajarê Nurnberê yê eyaleta Bavyerayê bê darizandin.  Schreiber di xwepêşandana protestî ya dijî dagirkirina Efrînê de ala YPG'ê hildabû.