Dadgeha Makeqanûnê serlêdana Leyla Guven red kir

Dadgeha Makeqanûnê serlêdana betalkirina parlementeriya Leyla Guven a HDP’yî red kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dema di sala 2009’an de hevşaredara Wêranşarê bû di bin navê operasyon “KCK” de hatibû girtin. Guven ji doza sereke a KCK’ê dihat darizandin. Bi boneya ku dadgeha bilind cezayê li Guven hatibû birîn erê kir, Parlamentoyê di 4’ê Gulanê de bi boneya cezayê wê hatiye pejirandin parlamenteriya wê betal kiribû. Parêzerên Guven ji bo betalkirina ceza serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dabû. AYM’ê vê serlêdana ferdî ya Guven nepejirand û red kir.