DAÎŞ'ê li Iraqê êriş kir: 3 sivîl hatin kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê li wîlayeta Diyalayê ya Iraqê êriş kir. 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, efserek jî birîndar bû.
Çeteyên DAÎŞ'ê li wîlayeta Diyalayê ya Iraqê êriş kir. 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, efserek jî birîndar bû.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) Fermandariya Polîsan a Wîlayeta Diyalayê diyar kir ku doh bi şev saet di 23:00 de li gundê Hed El Exderê wesayiteke bombebarkirî hate teqandin.
Fermandariyê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser sivîlan û hêzên ewlekariyê yên nêzî cihê bûyerê bûn.
Di encama êrişê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.