DAÎŞ’ê êrîşî gundê Xetab a Mexmûrê kir: 4 kuştî, 8 birîndar in
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser gundê Xetab a girêdayî navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê û di encamê de 4 hêzên ewlekariyê mirin, 8 sivîl jî birîndar bûn.
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser gundê Xetab a girêdayî navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê û di encamê de 4 hêzên ewlekariyê mirin, 8 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser gundê Xetab a girêdayî navçeya Mexmûr a Mûsil a Iraqê. Di êrîşê de ji hêzên ewlekariyê Serpêl Xalid El Fethî El Serhîd, Mihemed Fethî El Serhîd, Ebdulstîr Casim Mihemed Husên û Şakir Mehmûd Xetab hatine kuştin.
Her wiha hate ragihandin 8 sivîl jî birîndar bûne. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya sivîlan agahiyên zelal nehatin girtin.