DAÎŞ’ê dîregên elektrîkê teqand

Çeteyên DAÎŞ’ê li Iraq û Başûrê Kurdistanê dîregên elektrîkê teqand.

Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarê Selahaddîn ên Iraqê û li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê 7 dîregên elektrîkê teqand.

Hate diyarkirin çeteyan bombe xistine binê 4 dîregên û stûnên elektrîkê yên voltaja zêde û ji dûr ve teqandine. Hate ragihandin beşeke mezin a bajêr elektrîka xwe ji vir temîn dikir û ji ber vê li hinek bajar û navçeyan jî elektrîk qut bûye.

Midûriyeta Polîsan a Kerkûkê jî diyar kir çeteyan nêzî navçeya Havîce ya li başûrê welat 3 dîregên elektrîkê teqandiye. Hate diyarkirin çeteyan li vir jî bombe li binê dîregên elektrîkê bi cih kirine û ji dûr ve bi cîhazê teqandine.

Hate ragihandin ji ber êrîşê elektrîka sê beşên bajêr hatiye qutkirin û ji bo tamîrkirina xetên elektrîkê xebat hatine destpêkirin.